30 juni 2024

Di civînan da bi telefonên xwe nelîzin !

Di konferanê da nivîskar li ser kitêba xwe dipeyive, qala kitêba xwe, romana xwe dike, bersîva pirsan dide.
Ji beşdaran gelek kes ji dêlî lê guhdarî bikin, çavên wan di telefonên wan da ne, bi telefonên xwe mijûl in.

Di medyaya sosyal da bi dîtina dîmenên wiha ez pir aciz dibim.

Pir şerm e, bênezaketî û bêhurmetî ye. Di civînekê da ji dêlî kesê, kesa dipeyive, meriv bi telefona xwe nalîze. Ev yek cahilî û bêkulturiya meriv nîşan dide.

29 juni 2024

Em îro pir westîyan


Îro me rojbûna(31 saliya) lawikê xwe yê biçûk Rojen pîroz kir. Ew, xanima xwe, neviyê me Olîver Aras û çend hevalên wî hatin.

Ji do da ye me haziriya xwe kiribû. Min ji wan ra izxareyek pir xweş, kibabek wek loqim, meriv tiliyên xwe pê ra dixxwar çêkir; çend zelete, sogilme, cacix jî da ber.
Dûra jî peqlawe, paste û qahwa kurdî.

Hin xewn pir ecêb in

Baş e ku hin xewn ne rast in, xewn in. Lê xwezî hin xewn jî rast bûna, ne xewn bûna. Ez bêxew bûm. Li ser dîwanê ez di xew ra çûm, min xweneke pir xweş dît.

Ez li Kurdistanê, li cimateke pir xweş bûm. Piranî êzîdiyên me yên Wêranşarê bûn.
Rojek berê di malpera Nûpelê da min nivîsa Prof. Dr. Îlhan Kizilhan (Êzdî bi ku derê va diçin) xwendibû, belkî tesîra wê nivîsê bû min ew xewn dît.

28 juni 2024

Xwendina bloga min Hindik-Rindik zêde bûye

Pêr jimara serdana, tikandina bloga min Hindik-Rindik 1325 bû, do hetanî nuha 1615 bû. Îro hetanî nuha 317 ye.

Ev çend roj in xwendevanên min zêde bûne. Esbab-î mûcîbeya vê zêdebûnê çi ye ez nizanim.

Esas dema blogê derbas bûye, dem êdî ya podcastê ye. Nivîskar podcastan çêdikin, blog bûye tarîx, malê muzeyê, podcast di rewacê da ye.

27 juni 2024

Dibê em jimara mekanên wek PÎNE pir bikin !


Li Amedê qahwa PÎNE roj bi roj meşûrtir dibe. Piştî girtina Remezan Şîmşek(xwediyê Pîneyê), qahwa Pîne deng da.

Çimkî serwîsa li wir bi kurdî ye. Lema mişteriyên Pîneyê zêde bûn, reqlama wê jî baş tê kirin.
Ez jî çend caran çûm wir.
Ev tiştekî baş e. Hêvî dikim ev yek tesîrê li qahwexane, aşxane û dikanên din jî bike.

Havîna Stockholmê îsal tam havîn e

Erê havîn xweş e, lê meriv hinekî tembel dike. Stockholm 28 derece germ e, ez û xanim li hewşê di binê terasê da rûniştine, ji hev ra qala bîranînên rêwîtiya xwe ya Kurdistanê dikin. 

Binê terasê sî ye, honik e. Carnan bayekî honik tê, meriv mest dike. Meriv naxwaze destê xwe bavêje karekî.

26 juni 2024

Çira virekan hetanî sibê vêketî namîne

Durûtiya Hudaparê ya baweriya bi demokrasiyê kin ajot, maske zû ket. Carek din diyar bû Hudapar Hizbulaha berê ye, berê çi bû îro jî ew e. Ji tevgereke kurdî, netewî bêtir wek hêzeke girêdayî Tirkiyê û artêşeke filistîniyan hereket dike. Ji bo kurd û Kurdistanê xîçekî jî navêjin ji dagerkerên Kurdistanê da.

Çend gotinên meriv jê aqil digire

Esas nanê têra her kesî bikira . Qijik tahmijî erd(zevî), mişk tahmijî embarê, diz tahmijî firnê, rêbir(heramî) tahmijî welêt.

Wek hatibûn neçûn, hinekan kûçikên xwe, hinekan sipiyên xwe hîştin. Hinekan jî pîncên xwe hîştin.
Heger ne were bûya ne mimkûn bû hewqas bêşeref ji me bin.

///Neyzen Tevfîk

25 juni 2024

Havîn xweş e lê kar jî giran e

Havîn hat, kar û barê hewşê dîsa ket hustuyê min. Ji vêsê da ye ji kar min pişta xwe rast nekiriye.

Darên dora hewşa me bejnekê dirêj bûbûn û bûbûn wek pêrê dînan, li hev gerîyabûn. Manzareyeke pir ne xweş bû…
Hewşa me 203 mîtro çargoşe mezin e, herçar alî jî dar in, dibê meriv her sal bibire, dûzaneka xweşik bida wan.
Êdî weka berê ne xort im, hinekî zor tê. Lê dîsa jî her sal wek darên parqekê xweşik dikim.

Kûçikê pîs gur tîne pêz

Hin gotinên pêşiyan, hin teşbîhên, metaforên  xweş hene, her yek bergendî kitêbekê ye, ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Meriv yekê dibêje têrê dike.

Dibêjin ”heger kûçikê te dest pê kiriye bi te da diewte, bizanibe hinekên din wî xwedî dikin.
Yanî kûçikên me li ber deriyên dijmin belaş naewt in. Li wir hestîyên bi goşt dixun.
-Kûçik bi kurma namira. Meriv pîs li ber ketin û rabûna xwe nakeve, jê ra tim çardê nîsanê ye.

24 juni 2024

Çend fotorgraf û rojnivîskên rêwîtiya min a başûrê Swêd


Ez, xanima min û xortê me yê mezin Azad

Di rêwîtiya xwe ya herêma Skanayê, başûrê Swêd da min her roj hin notên kin girtin, di facebokê û di malpera xwe ya twîttê ra da parve kirin.

Mimkûn e hin heval û şopînerên min rojnivîskên min taqîb nekiribin. Lema ez wan rojnivîskan gişan û çend risman bi hev ra parve dikim. Yê bixwaze kane rojnivîskan gişan li ser hev bizîne.

Min risim jî giş parve nekiribûn, nuha wan jî parve dikim.

23 juni 2024

Em sax silamet gihîştin hêlînka xwe

Nîv seet berê(seet22.00) em gihîştin hêlîna xwe. Rêwîtiya me tam 10 seetan ajot, em ji hal û pertav da ketine.

Ji bo du kokiman 10 seet rêwîtiya bi otobozê ne rehet e.
Otoboza me wek otoboza  nava bajêr bû, li her dera disekinî , rêwî jê dadiketin û lê siwar dibûn, bi kêmanî 15-20 deqe dajot.
Careka din rêwîtiya bi otobozê TOBE !

19 juni 2024

Hetanî 23 hezîranê bi xatirê we

Gelî xwendevanên hêja, bîsteke din, seet di 08.30´î da ez û xanim rêwiyên bajarê Lundê ne, em diçin ba lawikê xwe Azad.

Emê hetanî 23 mehê li wir bin, di 23 mehê da danê êvarî emê vegerin malika xwe.
Heta 23 hezîranê bi xatirê we.

Piştî ez vegeriyam ezê qala rêwîtiya xwe bikim. Heta wê rojê bloga xwe Hindik-Rindik update, nuh nakim.

18 juni 2024

Berê dibê meriv zimanê miletê xwe fêr bibe

Meriv çiqas zimanî bizanibe baş e, bi feyde ye. Zirara zanîna zimanan tune ye. Her zimaneke merivek e.

Lê meriv çiqas ziman bizanibe jî heger zimanê miletê, kurdî xwe nizanibe kêmasiyeke pir mezin e.

Berê dibê meriv zimanê miletê xwe bizanibe, dûra zimanê miletên din fêr bibe.

17 juni 2024

Hesinê xam îskar nabe

Mewlane gotiye, ”qijik bi gerra di bexçê gulan da nabe bilbil.” Qijik di qefesa zêrîn da be jî qijik e.

Her kesê dibe serok, dibe xwedî maqam, her kesê deng dide, meşûr dibe nabe însan.

Hesinê xam îskar nabe, ji hesinê pîs şûrê baş çênabe, ji çavê kûr hêsir nayê. Kurmê şîrî heta pîrî.

16 juni 2024

Rahma Xwedê li Swêd be!

Ji berbanga sibê da ye li Stockholmê, li taxa Alby mele bi hoperlorê, bi volîmeke pir bilind qiyamet rakiriye, ji 10-15 km. dûr meriv kerr û gêj dike, mêrik qiyamet rakiriye, erd û ezmên dihejîne.
Di hundur da em ji xew şiyar bûn. Nayê kişandin, meriv ji guhan dibe. Bi sê, çar hoperloran, bi volîma herî bilind ev çend seet in barebare mele ye, bi erebî selawatan vedide. Me derî pace giş girtine dîsa jî têrê nake.

15 juni 2024

Tirsa ji navê kurd û Kurdistanê

Profesorê tirk Ahmet Agirakça, di wergera kitêba Ibnu´l Esir ya bi navê Tarîxa Îslamê da sextekarî kiriye, kurd kirine tirk. Li her dera navê kurdan derbas dibe, guhertiye, kiriye tirk. 
Ibnu´l Esir(1160-1233)kurd e, dîroknasekî bi nav û deng e, ji Cizîrê ye.

Helbet ev ne sextekariya wan a cara pêşî ye, bi sedan numûneyên wiha hene.
Di wergerên kitêbên edebî, ansîklopediyên dinyayê yên herî mezin da jî sextekariyên wiha kirine, kurd kirine tirk, navê Kurdistanê ya jê derxistne ya jî guhertine.

14 juni 2024

Almanyayê Îskoçya pelixand, 5-1


Kupaya Futbolê ya Ewrûpayê îro li Almanyayê dest pê dike. Îskoçya û Alamanya seet di 21.00´ê da li Munîhê tên hemberî hev. Bîsteke din emê bibînin kî boxe ye, kî beran e?

Gelek kes dibêjin ewê Îskoçyayê qezenc bike.

Yek jî ne taximê Kurdistanê ye, lema kîjan qezenc dike ji bo min ne muhîm e. Kîjan taxim xweş bilîze bira ew qezenc bike.

Qey rojekê di kûpayeke wiha da temaşekirina taximê Kurdistanê ewê bibe qismetê me kurdan jî.

Hêzên çep totikvala ne

Heger meriv ne bêhêş be, ne totikvala be, ne dîn û rentele be alîkariyê bi kesên li dijî dînê xwe ra, li dijî kultur,urf û adetên xwe ra, li dijî şiklê jiyana xwe ra nake.

Çepên ewrûpî totikvala ne, dîn in, heta ehmeq in. Çimkî vê dînîtiyê dikin, dibin hevalê dijminê xwe, pişgiriyê bi kesên, bi hêzên neyarên hebûna xwe ra dikin.

13 juni 2024

Hêvî dikim keda me bi avê da neçe

Ez û xanim îro çûn Hornbachê, me tibabek pel û pincar, biharetên teze kirîn, anîn li hewşê çandin. Ji bexdenosê bigire heta bi kişnîşê,pûngê, nahnê çi hebû, me ji gişan kirî.
Hêviya me ew e êdî biharatên me ji malê bin.
Me şitlek firingî(şamik)jî kirî. Belkî firingiyên me jî êdî organîk û ji malê bin.

Pir xweş e meriv dagere hewşa xwe, hişinayiyên xwe biçine û zeleteyê xwe çêke.
Tiştê ji me hat me kir, hêvî dikim keda me bi avê da neçe, em jê bixun...

Kalîtî hafizayê bêhiş dike

Şeva çûnî di bloga xwe da ez rastî du nivîsên xwe yên salên borî yên min ji bîr kiribûn hatim. Tarîxa yekê 2018 ye, tarîxa ya din jî 2019 ye. Min qala du nivîskaran û du nivîsên rexneyî kiriye. Min nivîs ji bîr kiribûn.

Di gerra xwe ya Kurdistanê da min herdu nivîskar jî dîtin, bi wan ra sohbet kir.

Lê ne nivîsên wan, ne jî yên min li ser wan nivîsîye nehatin bîra min.Yanî hafize çûye rahmetê, bîr zeîf bûye.

12 juni 2024

Êrîşên wiha ne karê aqil e


Do ne pêr li Amedê komeke li dora 50 kesî bi tekbîr û alah û ekber êrişî kesên li Parka Tema dans dikirin kirine. Çend kes birîndar bûne, du kes rakirine nexweşxanê.

Topbûna 50 kesî nîşan dide êrîş bi pilan e, hinekan emrê êrîşê daye.

Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li Parka Temayê bi çend kesan ra dans kirine, hin kesên dîndar êrîşî grûbê kirine.

Bi kîjan aqilî, bi kîjan heqî êrîşî însanên ji xwe ra dans dikin kirine meriv fêm nake.

11 juni 2024

Em bi pelên dara xwe xenê bûne

Xanim li hewşê pela ji dara mêwê(ji dara tirî) dike. Min dest pê kir, lê bi karê min nehat serî, got tu nizanî baş top bikî, ev karê min e.

Ez neketim gewriya wê, min jê ra hîşt. Ez fêm nakim çi hosteyiya topkirina pela heye? Pel e, meriv ji darê dike.

Em bi pelên dara xwe xenê bûne, êdî em pelên salamûra nakirin, pelên me organîk in, ji malê ye. 

Em dost û hevalan jî jê mahrûm, bêpar nahêlin. Gava hebe meriv kane comerdiyê jî bike.

Şermîn Cemîl Paşa xanimê îro wefat kir


Xanima Wecdîyê Cemîl Paşa, Şermîn Cemîl Paşa xanimê di 98 saliya xwe da îro li Amedê wefat kir.

Şermîn xanim di sala 1926´a da li Amedê hatiye dinê, li Amedê dest bi dibistana seretayî(destplkê)kiriye.

Sala 1933´a bavê wê Ahmed Cemîl Paşa cara duduya sirgûnê Luleburgazê kirine. Dibistana seretayî li wir qedandiye.

Şermîn xanim desînatora modeyê yanî modecîya kurdan û Tirkiyê ya pêşî ye. Bi sedan desen ji miletê xwe ra li pey xwe hîşt, îro koçî gerdûneke din kir.

Hesp terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin

Li başûrê Kurdistanê hin êzdî rabûne dibêjin em ne kurd in, dixwazin hukûmeta Îraqê wan wek miletekî cihê qebûl bike.

Hin ereb û Tirkiye li pişt vê vêsadiyê ne, dixwazin kurdan perçe, Kurdistanê jî biçûk bikin.

Hin zaza jî dibêjin em ne kurd in, em zaza ne, zaza miletekî cihê ye.

Herdu alî jî têra xwe alîgiran dibînin. Tiliya te kul be her kesê dermanekî lêke. Hesp terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin.

10 juni 2024

Li Amedê şufêrê Texsiyê ji min ra got tu faşîst î !

Min gotibû ezê qala hin serpêhatiyên gerra xwe ya Kurdistanê bikim. Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim qala bûyereke pir ecêb bikim. Di rojnivîskên xwe da min qala vê bûyerê nekiriye. Çimkî min xwest ne bi kinî, xweşik qalê bikim.

Di 8´ê gulanê da ez, xanima xwe û biraziyê xwe Jêhat em çûn serdana Pirtûkakurdî û weşanxaneya Dozê.

09 juni 2024

Hûn çi bikin jî hûn nikanin kevjal rast bidin meşandin

Xwezî serok û siyasetmedarên, brokratên, mezinên tirkan merivên demokrat, lîberal, aştîxwaz bûna, xwezî hewqasî ne pantirkîst û ne neyarên kurdan bûna.
Xwezî mafên me bi rehetî, bêyî şer qebûl bikirana, bihîştana li welatê xwe em xwe îdare bikin.

Lê bi hêviyê dest nagihîje baqê keziyê. Mêrikan guh nadin gotinên me, daxwazên me ji kok da red dikin. Em çi bikin jî ew ev in, di înkara me da israr dikin.

Gotinek heye, digêjin, hûn çi bikin jî kevjal kevjal e, rast nameşe. Hûn çi bikin jî hûn nikanin kevjal rast bidin meşandin. 

08 juni 2024

Hewa Stockholmê xapînok e

Meşa me bû derew. Ximîna baranê ye, ewrekî giran xwe bera ser Stockholmê daye. Ez di pacê ra li ximîna baranê temaşe dikim. Hergî diçe zêde dibe.

Telefona min derew kir, digot xwedêgiravî ewê baran-maran tunebe.

Lê rast derneket, baranê dest pê kir, em man di hundur da. Vedike û dibare, vedike û dibare.  Ne baş dibare, ne jî vedike.
Esas ne tu baran e, lê em naxwazin şil bibin...

Bîsteke din ewê veke, emê herin meşa xwe bikin û werin.

Salîha Aydenîz: Hûn li Kurdistanê dagirker in !


Parlamentera partiya DEM´ê ya Diyarbekrê Saliha Aydenîzê di meclîsa Tirkiyê da axaftineke pir hêja, tarîxî kiriye. Ez Saliha xanimê ji bo vê axaftina wê ya hêja, ji bo vê wêrekiyê wê pîroz dikim. 

Di axaftina xwe da ji berpirsiyarên hukûmetê û dewletê ra gotiye:

-Bi vê siyaseta xwe ya neyartiyê hûn li Kurdistanê dagirker in. Hûnê di binê dijminatiya xwe da bimînin.

07 juni 2024

Werin bîstekê guh bidin gotinên zêrîn yên Edê xanimê

Ka werin bîstekê guh bidin gotinên zêrîn yên Eda Eda Mahdo xanimê, li vê xanima zana ya êzdî guhdarî bikin.

Eda Mahdo ya wêranşarî wek fîlozofekê, wek sosyologekê tahlîl û analîza serdema me, tarîxa me, rewşa me kurdan dike.

Li ser tarîxa me ya nêz, li ser urf û adetên me yên wendabûyî gelek tiştên muhîm dibêje.

Dawiya Ewrûpayê baş xuya nake

Ewrûpiyan berî nuha bi sedsalan li Afrîkayê, li Asyayê gelek welat dagir kirin, bi salan li wan welatan man. Lê dûra ji hemûyan vekişiyan.

Nuha jî dora miletên wan welatan e, îcar ew Ewrûpayê dagir dikin.
Lê ne bi şer, bi koça bi zor Ewrûpa Rojava dagir dikin. Di rastiyê da ev koç jî şiklekî dagirkeriyê ye.

Li pişt vê dagirkirina Ewrûpayê hin dewlet, hêzên îslamî hene. Dixwazin li Ewrûpayê kaosê peyda bikin, heyfa xwe bigirin.

06 juni 2024

Çep û lîberalên ewrûpî çima alîkariya me kurdan nakin?

Çep û lîberalên ewrûpî ji bo filistîniyan, li dijî Îsraîl bi şev û roj wer di hereketêda ne. Ji bo filistîniyan xwe perçe dikin.

Teror û qetlîama Hamasê ji nedî va tên, tu carî meşekê, protestoyekê li dijî Hamasê, Hizbilahê çênakin.

Halê me kurdan li Tirkiyê, li Îranê û li Kurdistana Rojava ji halê filistîniyan ne baştir e.

05 juni 2024

Pirsek û bersîva wê

Di platforma X´ê da Weysî Aslanê hêja ji min pirsiye:

-Silav Mamoste, qet tu fikiriye gelo çima keç û xortên ciwan ji te hez dikin?

Pirseke muhîm e, bersîva min ji vê pirsê ra ev e:

Piştî gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê li ser vê yekê pir fikirîm.

Çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim, ez bi du tiştan va girê didim: 

Kê bawer dikir hakimekî kurd ewê Seddam mahkime bike û cezayê îdamê bidê?

Karê herî zor û zahmet jî bi destpêkirinê, riya dihere wî serê dinê jî bi gavekê dest pê dike.

Tu kar, tu xebat, tu serketin bi temaşekirinê, bi tembeliyê naçe serî, dibê meriv bi ezm û îstîkrar be, bixebite, xwe biwestîne.
Dara meriv çand meriv fêkiyê wê dixwe.
Her tişt girêdayî xebatê ye, dibê hedefek meriv hebe, meriv bixebite û bidomîne.

04 juni 2024

Deve xiya nebe meriv nikane bar lêke

Erdogan-Bahçelî  îradeya miletê me qebûl nakin, dibêjin hûn kê bikin reîsên belediyeyên xwe jî emê wan bixînin, bavêjin zindanê û bi darê zorê zilamên xwe deynin dewsa wan.

Li Colemêrgê tiştê kirin ev e, dibêjin em îradeya we nas nakin, dilê me kê bixwaze emê wî tayin bikin.

Yanî mêrikan ne îradeya miletê me qebûl dikin, ne jî serokatiya belediyekê layiqî me dibînin.

Min nedîta min bawer nedikir !

Tesadufên, surprîzên dinyayê, jiyanê pir in, hetanî neqewimin meriv pê nahese, bawer nake.

Lê gava diqewime, meriv matmayî dimîne, meriv dibêje, hela hela, law ev jî hebû?

Di rêwîtiya min a Kurdistanê da gelek tesadufên xweş çêbûn. Bi wan pir kêfxweş bûm.

Heta nuha min nizanîbû ezî yekî hewqasî ”meşhûr” bûme, hewqasî têm naskirin, keç û xort hewqasî ji min hez dikin.

03 juni 2024

Me îro li Stockholmê kurdperwerekî din teslîmî axa sar kir

Me îro li Stockholmê, li gorristana Skogskyrkogardenê dostê xwe yê hêja, merivê zana, welatparêzê nefsbiçûk Abûqat Weysî Zeydanlioglu teslîmî axa sar kir. 
 Weysî Zeydanlioglu merivekî merivekî gelkî zane, bi kultur, mutewazî, nefsbiçûk û xwedî tolerans bû. 
43 sal in em dost û hevalê hev bûn, gelek serpêhatiyên me bi hev çê bûn. 43 zû bihurîn, giş bûn xewn.

Bo sofiyên nezan e, helbest ya Silêman e


Pismamê min Ekrem, Silêman Kaya û ez

Her cara ez diçim Wêranşarê, ez miheqeq dostê xwe yê hêja, şairê Wêranşarê yê bi nav û deng Silêman Kaya dibînim, pê ra sohbet dikim.

Ew jî ji min ra çend şiîrên xwe dixwîne. Hinê caran jî ji bêrîka xwe çend pelikên qermiçî yên şiîrên xwe li ser nivîsîne derdixîne, wan yek bi yek ji min ra dixwîne.

Vê carê jî eynî tişt kir; dîsa ji bêrîka xwe kaxeteka qermîçokê derxist û ev şiîra xwe ya li jêr ji min ra xwend.

02 juni 2024

Pesnê xwediyê qahwexaneya PÎNE´yê didin lê ew bi xwe eynî tiştî nakin

Gelek siyasetmedar, nivîskar, partiyên me yek bi yek girtina xwediyê qahwexaneya PîNE´yê Remezan Şîmşek protesto dikin, piştgiriyê didin azaftin û serwîsa bi kurdî.

Her kes li dijî asîmîlasyonê dertê, midaxeleya dewletê ya ser qahwexana PÎNE´yê rast nabîne, dewletê rexne dike, dixe binê erdê.

Helbet baş dikin, dibê meriv vê zorbatiya dewletê rexne bike.
Lê gava meriv şûjin di dewletê ra kir, dibê derziyê jî di xwe ra ke. Yanî berpirsiyariya xwe, tiştê dikeve ser milê xwe jî ji bîr neke; ew jî zimanê mala xwe bike kurdî

Rojnivîskên rêwîtiya min a Kurdistanê

 

Min berê jî qail kir, di gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê da min her roj bi kinî qala gerr û serpêhatiyên xwe kir û di Facebookê û Twîtterê da roj bi roj belav kir.
Ji ber ku nivîsên rojane, rojnivîsk in di Facebookê û Twîtterê da xwendina wan dûrra zor e, dibê meriv roj bi roj lê bigere. Ew jî hinekî zor e, jê ra wext lazim e.
Ji bo ku meriv bikanibe rojnivîskan gişan li ser hev bixwîne, min hemû, ji 18´ê nîsanê, roja em bi rê ketin, hetanî 27´ê gulanê, roja em vegeriyan Swêd, giş kirin yek dosye, yek nivîs.

01 juni 2024

Agahiyek li ser notên gerra min

Di rêwîtiya xwe ya Kurdistanê da min her roj notên kin girtin, bi kinî qala gerr û serpêhatiyên xwe kir û her roj di Facebookê û Twîtterê da weşandin. 

Nuha ez wan rojnivîskan topî ser hev dikim, dikim dosyek. Di Facebokê û X´ê  da xwendina wan zor e, çêtir e gişk di dosyekê da, di nivîsekê da bin, ji bo ku li ser hev rehet werin xwendin. 

Meriv kane bibêje notên gerra li Kurdistanê.

PARVE BIKE