13 juni 2024

Kalîtî hafizayê bêhiş dike

Şeva çûnî di bloga xwe da ez rastî du nivîsên xwe yên salên borî yên min ji bîr kiribûn hatim. Tarîxa yekê 2018 ye, tarîxa ya din jî 2019 ye. Min qala du nivîskaran û du nivîsên rexneyî kiriye. Min nivîs ji bîr kiribûn.

Di gerra xwe ya Kurdistanê da min herdu nivîskar jî dîtin, bi wan ra sohbet kir.

Lê ne nivîsên wan, ne jî yên min li ser wan nivîsîye nehatin bîra min.Yanî hafize çûye rahmetê, bîr zeîf bûye.

Berê jî çend caran ez rastî nivîsên xwe yên min ji bîr kiribûn hatim. Yên wiha pir in. Di hazikirina rojnivîskan da min ev yek dît.

Heger ez rastî wan nehatama nedihat bîra min, min ew nivîs nivîsîbûn.

Li Mêrdînê, li Amedê ez rastî çend nivîskarên dost hatim, em çûn lep û ruyên hev, camêran navê min hildan, navên wn nehat bîra min. 

Min şerm kir, ez bawer dikim wan ferq nekir. Ez navan ji bîr dikim. Bi taybetî jî dema lazim e nayê bîra min. Meriv şermezar dibe.

Bi tesadufên wiha ez pê dihesim hafiza min pir zeîf bûye, ez bûyeran, navan zû ji bîr dikim.

Xwedê kir bloga min heye, ez ji bîr bikim jî ne muhîm e, arşîv heye; hafiza min teze dike.

XXX

Hin kes ji nav û dengê xwe mezintir in, hinek jî bi qasî nav û dengê ne mezin in, jê gelkî biçûktir in.

Bi xêra teknolojiya dîgîtal, medyaya sosyal meriv vê yekê êdî rehet dibîne.

Heta însan nepeyive, nenivîsîne meriv kane bixape, di bin tesîra reqlamê da bimîne.

Yanî dengê defê ji dûr va xweş tê.

Lê teknolojiya dîgîtal dinya biçûk kir, def nêz kir.

Nuha di heqê hin kesên bi nav û deng da meriv kane bigihîje qenaeteke objektîftir. Ev jî tiştekî baş e. Meriv heqê Sezar nade nezanekî, cahilekî, beradayekî li dera han.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE