12 juni 2024

Êrîşên wiha ne karê aqil e


Do ne pêr li Amedê komeke li dora 50 kesî bi tekbîr û alah û ekber êrişî kesên li Parka Tema dans dikirin kirine. Çend kes birîndar bûne, du kes rakirine nexweşxanê.

Topbûna 50 kesî nîşan dide êrîş bi pilan e, hinekan emrê êrîşê daye.

Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li Parka Temayê bi çend kesan ra dans kirine, hin kesên dîndar êrîşî grûbê kirine.

Bi kîjan aqilî, bi kîjan heqî êrîşî însanên ji xwe ra dans dikin kirine meriv fêm nake.

Ya bi qasî êrîşî xerab û talûke, parlamenterê HUDAPAR´ê yê Mêrsînê Farûk Dînç jî destek daye êrîşkaran, gotiye ”dans nirxê civatê xera dike.”

Li gorî Farûk Dînç,Farûk Dînç, ”Amed bajarê pêxemberan e, lema jî dibê tiştê wiha lê nebe. Tiştê wiha xwedêgiravî ”li dijî adetên kurdan e, kurdan ji nirxên wan dûr dixîne.”

Mêrik xwestiye dewlet rê nede çalakiyên wiha û ne kesên êrîşkar, dibê kesên ew çalakî li dar xistine werin girtin.

Kurmê şîrî heta pîrî. Diyar e êrîşkar zilamên HUDAPAR´ê ne, wan êrîşkar şandine ser zarokên xelkê.

Çimkî hetanî nuha HUDAPAR´ê ne êrîş mahkûm kiriye, ne jî beyana parlamenterê xwe. Ev jî nîşan dide HUDAPAR´ê êrîş organîze kiriye. Heger ne wihabûya ewê rexne bikira.

Tiştê bûye pir şaş e, heta pir talûkeye jî. Dibê HUDAPAR tiştên wiha neke û piştgiriyê nedê. Bûyerên wiha êrîşên Daîşê û Hizbulahê tînin bîra meriv. Kesên xwedî fikrê Daîşê kanin êrîşeke wiha bikin û eşkere biparêzin.

Dibê HUDAPAR dev ji pîşikên xwe yê berê berde, êrîşeke wiha careke din dubare neke.

Kes ne mecbûr e wek wan bijî. Her kes wekîlê nefsa xwe ye.
Hûn bi xwe çawa dijîn, bi çi bawer dikin hûn serbest in. Lê heqê we tune ye hûn midaxeleyî zewqên xelkê, şiklê jiyana xelkê bikin.

Dibê hûn dev ji midaxela şiklê jiyana xelkê berdin, midaxeleyeke wiha ne rast e, zorabatî ye, teror e.

Li Kurdostanê, li Ewrûpayê kes we mecbûrî şiklê jiyana xwe nake, kes nimêjê, çûna mizgeftan li we qedexe nake.

Dibê hûn jî medenî bin, nesîbê xwe êdî ji medenîyetê, ji însanîyetê, ji demokrasiyê bigrin. 

Ne xelk, dibê hûn xwe biguerînin, hûn hinekî medenî bibin, dev ji zorbatiyê, ji êrîşkariyê berdin. 

Dîsa nebin Hizbulah, bela xwe di zarokên xelkê nedin. Êrîşên wiha kanin bibin sebebên bûyerên mezin.
Kî çawa dijî, dansê dike ya nake bi kêfa xwe ye.Hûn nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE