11 juni 2024

Em bi pelên dara xwe xenê bûne

Xanim li hewşê pela ji dara mêwê(ji dara tirî) dike. Min dest pê kir, lê bi karê min nehat serî, got tu nizanî baş top bikî, ev karê min e.

Ez neketim gewriya wê, min jê ra hîşt. Ez fêm nakim çi hosteyiya topkirina pela heye? Pel e, meriv ji darê dike.

Em bi pelên dara xwe xenê bûne, êdî em pelên salamûra nakirin, pelên me organîk in, ji malê ye. 

Em dost û hevalan jî jê mahrûm, bêpar nahêlin. Gava hebe meriv kane comerdiyê jî bike.

Reçela me ya giryazan jî ji malê ye. Îsal baş girtiye, dawiya havînê emê çend şûşe reçel çêkin.

Îro hewa qet ne xweş e, ewr e û sar e. Ez dikim herim gerra xwe bikim, xanimê got karê wê heye, ewê neyê.

Ev çend roj in baranê venekiriye, bîstekê nabênê didê, dûra dîsa dibêje xuş. Do û pêr jî wisa. Erd têr bûye lê ezman nasekine.

XXX

Îro ne roja meş û gerê ye, emê herin bajêr, li dikanan bigerin. Pêşniyar a xanimê ye. Ji zûda ye em neçûne bajêr, li centrûman negerîyan e.

Xanimê bîriya gerra dikanan kiriye. Emê diyariyekê ji lawikê xwe Azad ra jî bikirin. Di 19ê mehê da emê herin Lundê.

XXX

Li Stockholmê ezman qelişî, ne îşê baranê ye, bi kûzan tê xwarê. Ez bawer dikim li gelek derena ewê lehî rabe. Mala me li ser girekî ye, tiştek bi me nayê.

Tenê em nikanin gerra xwe bikin. Rojekê em ji gerra xwe bimînin tişt nabe.

Do ez bi xweha xwe ra peyivîm, got Wêranşar dişewite, belkî 40 derece ye.

2024-06-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE