Di tarîxa me kurdan da îro, 12ê îlonê rojeke pir tahl û reş e, rojeke
pir bi êş e.
Li Tirkiyê 40 sal berê di 12ê îlona 1980î da leşkeran, di bin
serokatiya general Kenan Evren da dest danîn ser hukum.
Cûntake leşkerî îlan kirin. Cûnta leşkerî meclîs, partî, komel , sendîka û rêxistinên demokratîk giş girtin û li hemberî hêzên çep û kurdan dest bi girtin û operasyonan kirin.
Bi hezaran çepên tirk û kurd, kesên kurdperwer girtin, îşkenceyên mezin li wan
kirin, bi hezaran avêtin zindanan. Gelekên wan hîn wenda ne.
Gelek kurd di îşkenceyan da seqet kirin, kuştin.
Bi hezaran kurdên çep û wealtparêz welatê xwe terikandin û derketin derveyî
welêt.