Ji mêweyên pir jê hez dikim yek jî hejîr e... Li Kurdistanê,
li Dêrika Çiyayê Mazî, xelk û alem bi satilan hejîran dikirin, ez feqîrê Xwedê
bi heban dikirim. Îro jî riya min çarşiya taxa me ket û min ji xwe ra çar hejîr
kirîn.
Lê çi heyf hejîrên tînin vir bi qasî yên welêt ne bi tahm û lezet in, bêtahm in. Carnan yê baş jî tînin, lê hîn lê rast nehatime.
Firat:Kezeba min bi xalê me Zinarê Xamo şewitî. Xelk bi
satilan hêjîrên zer ku tehma wan wek hingivê Geverê dixwin, lê mixabin xalê
meyê Zinarê Xamo li xerîbiyê çar hêjîrên reş ên bêtehm dane ser masa xwe.
Zinarê Xamo: Li vir hejîr ne bi satilan, bi heban tê
firotin. Meaşê minê teqawîtiyê têra satilek hejîr nake...:))
Firat: Ezê ji Yûnan ji te re zembîlek hêjîran bişînim Mamo. :))
Zianrê Xamo: Gelek sipas, ne hewceye. Hewqasî ne muhîm e. Ez
ji xwe heneka dikim. Ne bi satilan be hejîrên Yûnanîstanê li vir jî hene.
Firat: Ez zanim tu henekan dikî mamo. Ji xwe kêfa min jî ji henekên te re tên.
Zinarê Xamo: Dilê yekî pir bi min şewitîye, gotiye ezê ji te
ra bi kargoyê bişînim. Min kargo da sekinandin...
Ez ketime bextê we, ji min ra
tu hejîr mejîran neşînin, ez heneka dikim...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar