Hakim ji yê diz pirsî, got:
-Lawo tu bi qedrê Xwedê dikî, hela ka ji min ra bibêje, tu
çawa û di ku ra ketî vê dikanê?
-Yê diz hinekî fikirî û dûra ji hakim ra got:
-Hakim beg, min fêm nekir, ma em hatine vir mahkime bibin, ya jî sirrê meslegê xwe îfşa bikin ?
Çewal
Paul Bremerê Emerîkî li Îraqê di civîneke presê da got:
-Emê gelkî kêfxweş bibin Tirkiye leşkeran bişîne Iraqê.
Rojnamevanekî ereb bi rengekî matmayî got:
-Min fêm nekir ji bo çi hûnê bi hatina leşkerên tirk memnûn
bibin? Yên li vir in we girtin û çewal xistin serên wan. Wer xuya ye di destên
we da çewalên zêde mane, hûn dixwazin wan jî bi kar bînin.
Derpê
Bûka nuh ji mêrê xwe pirsî, got:
Nigê te çima hewqas mezin e?
Zavê got:
-Di zaroktiya xwe da ez pir xwasî geriyam.
Bûkê got:
-Le serê te çima hewqas mezin e?
Zavê got:
-Di zaroktiyê da min qet şewqe neda serê xwe loma.
Bûkê got:
-Te dît, şansê min çi xerab e, xwezî tu hinekî jî bêderpê geriyaba.
Heqê te jî heye
Mêrik derketibû hemberî hakim îfada xwe dida. Piştî îfada wî
qediya hakim jê ra got:
-Temam, tu bi heq î..
Dura xwediyê dozê, yê mudaxil derket hember hakim, wî jî
îfada xwe da. Piştî îfadê, hakim ji wî ra jî got:
-Heqê te jî heye.
Katibê zebt digirt matmayî ma, ji hakim ra got:
-Hakim beg, tu çawa ji herdu seriyan ra jî bibêjî heqê we
heye? Dibê ji herdu seriyan yek bi heq û yek jî neheq be.
Hakim mizicî, got:
-Rast e, heqê te jî heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar