Do êvarî ez rastî nivîseke Saît Aydogmuş hatim. Nivîs li ser ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ye.
Min nivîs giş nexwend, hinekî bala xwe dayê. Tiştekî pir ne muhîm be ez nivîsên tirkî naxwînim, minaqaşeyên bi tirkî taqîb nakim. Telewîzyonên tirkan ji xwe ji zûda ye temaşe nakim.
Haya min ji êrîşên hin kesan ser Seîd Aydogmuş, ji leqleq û
devbelaşiyên Seîd Aydogmuş qal kiriye qet tuneye, min ji wan nivîsan yek jî
nexwendiye û naxwînim jî.
Ji xwe kesên wer jî nakim hevalên xwe, yek li hemberî
kurdekî bêedebiyeke wer dike tavilê ji hevaltiya xwe derdixim.
Ez pir kêfxweş im min tiştên Seîd Aydogmuş gotine nedîtine û
nexwendine. Nivîsên wer bêfeêde û heta bi zirar in, meriv hêrs û bêhuzûr dikin.
Ji bo ku ez nivîs û minaqaşeyên tirkî taqîb nakim serê min
vehesiyayî ye, ez pir rehet im. Min xwe ji leqleqên vala û bi zirar dûr
xistiye.
Dûro bi nûro...
Kî dixwaze rehet bike, bi leqleqên tirkî yên bi zirar
kezebreşî nebe, wexta xwe nede tiştên vala û beradayî, bira wek min xwe ji tirkî
dûr xe, hevaltiya kesên van bêedebiyan dikin neke.
Hin kes hene merivên teşxele ne, ji gelaciyê, ji nerindiyê,
ji paşgotiniyên xelkê, ji derw û buhtanan hez dikin. Dibê meriv kesên wiha
nekehevalên xwe û zirzopiyên wan taqîb neke. Ez bi xwe nakim û lema jî min
rehet kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar