Em û tirk zû bi zû ji hev safî nabin, bi tirkan ra kultura mafdayina bi rehetî tuneye, tenê zor, ço kane wan nerm bike û bîne rê.
Hêvî dikim tim wiha nemînin, wek ewrûpiyan ew jî li xwe varqilin û teslîmî heqiyê û edaletê bibin.
Ji bo ku em û tirk ji hev veneqetin, bi hev ra bimînin du rê li ber tirkan hene; yek jê ya ewê
dewleteke federal qebûl bikin, em herdu serî jî bibin xwediyê eynî mafan, ya jî
emê veqetin, Kurdistanê ava bikin û bibin du cîranên ji hev hez nakin û nabêna
wan ne xweş.
Li pêş me kurdan jî du rê hene; ya emê dev ji doza serxwebûn azadiya xwe
bernedin, heta ku rojekê wek tirkan emê jî dibin xwedî dewlet, ya jî emê
bindest û kole bimînin, heta em dihelin, giş dibin tirk.
Kurdên bi bindestî û bi koletiya tirkan razî ne hene û hinek jî ji xwe ji nuha
da bûne koleyên tirkan.
Lê piraniyê hîn koletî û tirkbûn qebûl nekiriye, tirk çi bikin jî, zû dereng
emê bigihîjin azadiya xwe.
Heger tirk biaqil hereket bikin û mafê me bidin, ji bo me herdu seriyan jî baş e, emê zêde hev û du perîşan nekin.
Lê gava tirk bi rehetî neyên rê û di siyaseta xwe ya îro da israr bikin, wê
demê jî bêyî veqetandinê tu riyeke din li pêş me tuneye, kînga be emê veqetin.
Tercîha min pir zelal e, dostên min jî, dijminên min jî pê dizanin; heta ruh di
vê bedenê da hebe ezê ala azadî û serxwebûna Kurdistanê bilind bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar