30 september 2020

Li ser sê peyvên balkêş

 Ev demeke ez rastî xortekî navê wî Arif Tamtaş e hatime. Ev du meh in wî jî dest bi blogeriyê kiriye. 

Xortekî kurmanciya wî baş e û tiştên xweş û balkêş dinivîse. Di nivîseke wî da ”Ka dasa xwe bide min, xwarzîyê min!” sê peyvan bala min kişandin. Peyv ev in:

-Rût, nizar, tepikandin.

Hin tişt hene qîmeta wan dereng tê fêm kirin

Ez kanim bibêjim ev 55 sal in di xebat û micadela xwe ya sîyasî da, di nivîskarî û blogeriya xwe da ez tu carî li bende pesin û teqdîra însanan nemame.

Micadela ez didim ez rast dibînim, karê ez dikim ez jê hez dikim, lema ez dinivîsim.

Di xortaniya xwe da ez zû bi bindestiya xwe hesiyame, ez zanim welatê min hatiye dagirkirin û miletê min jî bindest e.

Tiştê hindiyan fêm kirine me hîn fêm nekriye

 


Dobi şev di kanala zanyariyê da(kunskap kanalen)min li fîlmekî dokumenter ê li ser Hindistanê temaşe kir. 


Dokumenter li ser tesîra dîn, nasyonalîzmê û hîndûîzmê bû. 

Profesorekî hindî ji yê rojnamevan ra got, di 1947a da piştî Hindistan ji bin kolonyalîzma îngilîzan xelas bû, di nav zanayên hindiyan da minaqaşeyekê dest pê kir, gotin nufûseke hewqasî mezin çima hewqas sal(ji destpêka 1600î heta 1947a)kolonîya îngilîzan ma, hindiyan çima nikanîbûn zûtir xwe xelas bikirana?


Got piştî gelek lêkolînan me fêm kir sebeb em hindî ne yek milet bûn, yekîtiya me tunebû, di gelek waran da em perçe perçeyî bûn. Lema jî îngilîzan kanîbû bi rehetî me bindest bihêlin. Ji bo wê jî piştî serxwebûnê hindîyan zor dan xurtkirina nasyonalîzma hindûîzmê. Nasyonalîzmê miletê hindî çê kir. Nuha miletekî hindî heye.

29 september 2020

Rejîma dizan diz zêde kirine

 


Rejîma dizan diz pir kirine. Diz hewqasî pir bûne, hewqasî pir bûne, êdî deriyên malan didizin, ji tirsa dizên şekalan kes newêre here mizgeftê. Çimkî yê dihere mizgeftê, piştî nimêjê xwasî dimîne.

Li Swêregê derîyê bexçeyê buroya(yazîxaneya) dostê min Tûran Alîşêroglu dizîne. 


Tûranê
hêja li hemberî vê diziyê matmayî maye, gotiye yaho hewqasî jî nabe, berê rajoneke diziyê hebû, nuha ew jî nemaye.

Bêsebrîya sofî

 Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtiû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.

Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir lê bibe êvar û here xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:

-Ma hîn êvar pir maye lo?

Û yên li dorê jî ji heramî tim digotin:

28 september 2020

Kemal Kiliçdaroglu dixwaze Tirkiye tava Kurdistana rojava dagir bike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê xayinê heramzade bi dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî dilê wî rehet nebûye, xwestiye Tirkiye tevayiya Kurdistana rojava dagir bike, hinek kurdên din bikuje, ji bo wê jî gotiye:

"Binêrin, li bakurê Sûriyê YPG dewletê ava dike. Amerîka û Rûsya li ba wan in. Baş e, ka Erdogan qet dengê xwe dike? Yê emrê perçebûna Sûriyê daye serokê Amerîkayê Trump e, yê emir bi cî tîne Erdogan e.”

Yê li Qerebaxê êrîş kir û şerê êrmeniyan dike Tirkiye ye

Li gorî beyana Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê(SIHG), Tirkiyê di 24ê mehê da bi sedan terorîstên Tûgayên Sultan Murad û El Amşat şandine Azerbeycanê, ji bo ku şerê êrmeniyan bikin. 

Li dora 200-300 hezar terorîstên Daîşê di bin destê tirkan da ne. Tirkiyê ew kirine milîsên bi pera. Tirkiye êdî nikane meaşê wan bide. Çend hezarên wan şandine Azerbeycanê. Perê azaeriyan pir e, ewê him meaşê wan bidin û him jî sîmsariya Reîs.

Tirk dixwazin bi van terorîstên îslamî pera him welatan dagir bikin û him jî xûgiyê ji xelkê bigrin, pera qezenc bikin.

27 september 2020

Tiliya tirkan di şerê Qerebaxê da heye

 


Azerî û êrmenî li Qerebaxê ji nişka ve bi hev ketin. Ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene. Bi qasî xuya dike şerekî mezin e û îhtîmala heye dirêj jî bajo. Herdu alî jî hev û di êrîşkariyê sûcdar dikin.

Ez dibêjim di vî şerî da jî tiliya tirkan heye, tirkan azerî pîj kirin, ji bo şer hin terorîstên îslamî dan Azerbeycanê ji bo ku şerê êrmeniyan bikin û erdê wendakirina paş da bigrin.


Di bin destê Tirkiyê da bi dehhezaran çete û terorîstên îslamî hene. Tirkiye herî kêm mehê du hezar dolar meaş dide her terorîstekî Daîşê û îslamî. Ev jî perakî pir e.

Xewneke bi roj

 Vêsê ji xew rabûm, piştî ku min li e-mailên xwe nêrî, dîlok û pêkenîna xwe û tiştekî din nivîsî û min bîstekê jî bala xwe da hin malper û xeberên medyayê, min kompîtora xwe girt û çû xe da ber telewîzyonê.

Min hinekî guh da leqleqa swêdiyan, feqîran ew jî ji destê xerîban û misilmanan şerpeze bûne. Çete pir bûne, her roj kuştin û gulebarankirine.

Xerabiyên dûrketina ji welat û qewmê xwe

 Salên dûr û dirêj li xerîbiyê, dûrketina ji welatê xwe, ji cî warê xwe, ji qewm û civata xwe, têkiliya bi kes û devokên din ra devoka meriv, zimanê meriv, hafizeya meriv serobinî hev dike.

Piştî 40 sal jiyana li xerîbiyê êdî ez wek wêranşariyekî napeyivim û nanivîsim. Min gelek gotin ji bîr kirine û hin gotin jî şaş tên bîra min.

26 september 2020

Dem hatiye HDP ji meclîsa tirkan vekişe

Dibê kurdên HDPê û yên destegê didin wê êdî baş bizanibin tu tiştekî me di dewleta tirkan da tuneye, ji meclîsa vê dewletê bigire, heta bi dibistanên wê, dezgehên vê dewletê giş me kurdan neyarên xwe dibînin û gava fersendê dibînin zulmê li me dikin. 


Di dewleta tirkan da wek milet mafekî me yê herî biçûk jî tuneye. Heta navê me û navê welatê me jî tuneye, ji bo vê dewletê û xwediyên wê em jî û welatê me jî tunene.


Lema jî di nasnameya me da em ne kurd in, em tirk in û welatê me jî ne Kurdistan e, Tirkiye ye. 

Sê sal berê di 25ê îlonê da gelê me got serxwebûn !

Sê sal berê, di 25ê îlona 2017a da li başûrê Kurdistanê, di referandûmê da ji sedî 93ê gelê me ji hêzên dagirker û dinyayê ra got em bindestiyê, bêdewletiyê red dikin, em Kurdistaneke serbixwe dixwazin.

Referandûma 25ê îlona 2017a rojeke me ya serbilindiyê ye.

25 september 2020

Tirk ji kê biqeherin hêrsa xwe li serê kurdan dikin der

Pûlisên tirk vêsê li heft bajaran girtine ser malên hin siyasetmedarên kurd û tirk û 82 kes êsîr girtine, malên wan jî bi navê saxîkirinê talan û serobinîhev kirine. 

Di nav girtiyan da serokê belediya Qersê Ayhan Bîlgen û mebûsê HDPê yê berê Altan Tan jî hene.

Her cara bîna Erdogan teng dibe, ya jî îşê wî baş naçe, ya jî ji hinekan hêrs bibe êrîşê dibe ser HDPê, kurdên bindest û êsîr ketine...

24 september 2020

Bi van heval û rêberan em tiştekî bi ser avê naxin, emê tim pûş bikutin

Ji rastê tirkan bigrin, heta bi çep û demokrat û dîndarên wan, tu hêviyê ji wan nekin, ji tirkan ji me ra bêyî zirarê tu xêr nayê; zirara hevaltiya wan, ji kara wan tim pirtir e. 


Tirk, bi derewan û bi siyasetên cihê, bi îdeolojiyên cihê gişên wan dixwazin Kurdistanê li xwe bihelînin û me jî bi rêya asîmîlekirinê bikin tirk.

Xwedê baştir zane

 Keçikê têketa îmtîhanê, pir bi heyecan bû. Hevala wê jê ra got:

-Keçê metirse, pirsên tu bersîvên wan nizanî binivîse: ”herî baş Xedê zane” û kaxeta xwe bide mamoste. Mamoste ewê newêribe bibêje bersîv şaş e, Xwedê nizane. Heger bibêje bersîv şaş e, ewê li hmberî Xwedê rabe, bi kafir be…

23 september 2020

Heta kurd ev kurdên reben bin, tirk tim ewê ev nîjadperest bin

 


Kurdekî bi navê Ronas Aram, di malpera ”GazeteLink”ê da bi ser nivîsa ”Di festîwala me da bi kurdî sitran qedexeye” nivîsek nivîsîye.

Di nivîsê da dibêje Belediya Stenbolê bi navê ”Li kuçê sinet heye”, çalakiyeke muzîkê çêkiriye, ew jî wek gîtarîst beşdarî vê festîwala muzîkê bûye.

Lê nehîştine kes bi kurdî bistirê, tenê destûr dane meqamên kurdî enstrumental lêxin.

Cahil û nezanan gelê me gêj kirine

Di medyaya sosyal da gelek vîdeoyên ecêb tên belavkirin.

Vîdeoyên jinên kurd bi kelogirî, mêrên kurd bi husturxwarî li ber tirkan digerin, dibêjin "em barişê dixwazin", em birayên hev in, bira ev şer raweste, filan û bîvan... 

Bîstek berê min li vîdeoyeke wiha temaşe kir û pir û pir pê êşiyam û min şerm kir.

Wek kurd meriv vîdeoyeke wiha çê nake û belav nake, meriv însanên xwe hewqasî belangaz nîşan nade. Bi tiştên wiha gelê xwe pîs dikin, biçûk dixin. Dibêjin kurd ne tiştek in û tiştekî jî naxwazin.

22 september 2020

Rûmeta kurdan...

 


Mucahît Bîlîcî xoce, li ser êrîşên tirkan ên ser kurdan û bi van êrîşan ra rûmeta(heysîyeta)bi darê zorê ji destê kurdan hatiye girtin nivîseke xweş nivîsîye. 

Tirk, çi dewlet, çi siwîl, her roj li vir û li wir, bi êrîş, lêdan û lînckirinên xwe kurdan bêrûmet dikin, bi şeref û xurûra wan dilîzin, heqaretên nemayî li kurdan dikin. Kî çi bşne serê kurdan, çi zulm û heqaretê li kurdan bike jê ra dimîne.

21 september 2020

Evîndarî payizê xweş e

 


Însanan li ser herçar demsalên salê jî pir gotinên xweş gotine, şiîr nivîsîne. 

Lê belê herî bêtir li ser payizê naliyan e, nuhurandine, şiîr nivîsîne, bi dildariyeke bêsînor kilam avêtine ser payizê; jiyana xwe şibandine payizê…

Payiz, demsala şaira ye, merivên hestîyar, diltenik, dilzîz ji payizê hez dikin.
Payiz, him demsala kovan û xemgîniyê, ya kul û kesera dildaran, ya kal pîran e,  him jî demsala huzûr û dilşadiyê ye.
Dildarî payizê xweştir e.

20 september 2020

Reîsê tiran dîsa dest bi hokus pokusekê kiriye

 


Reîsê bi nav û nîşan, tucarê axirzeman, serokê tirkan, Recep Tayyip Erdogan, ji bo endametiya AKPê kampaniyeke nuh daye destpêkirin. Di îlana kampaniyayê da dibêje:

”Bibin endamê AKPê û fersenda mayina şevekê li Kulliyeyê bi destê xwe xin.”

Kullîye, navê qesra Erdogan e, 1150 odeyên wê hene.

Pîncîtîyeke wiha nayê bîra hoqebazê dinyayê yê herî zîrek, herî fêlbaz.

Ew ap û îdolê xortan bû

 


Zana û kurdperwerê hêja, apê keç û xortên kurd Mûsa Anter, 28 sal berê şeva 20ê îlona 1992a li Diyarbekrê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana dewletê, bi şiklekî namerdane hete kuştin.

Apê Mûsa ap û îdolê xortan hemûyan bû, bi xebat û liberxwedana xwe, bi nivîs, serpêhatî û mîzaha xwe tesîreke mezin li nifşên xwe û yên di pey xwe ra kiriye. 

Hela ji qumandar ra hinek boq bîne

 Rojekê qumandarekî tirk û çend cendirme pê ra li gundekî Kurdistanê bûn mîvanê maleke kurd. 

Mazûbanê malê li gor qeweta xwe ji mîvanên xwe ra xwarineke hazir dike û da ber wan. Berî  ku mîvanên dest bi xwarinê bikin, malxuyê malê bala xwe dayê pîvazê hişîn dananîye ser sifrê. Ban lawê xwe kir, jê ra got:

19 september 2020

Em di şîna xwe da jî ji bo xelkê digrîn !

Meriv xêra yekî bixwaze, lê ew xêra meriv nexwaze, heta tim nifira li meriv bike.

Meriv ji yekî hez bike, heta xwe ji bo wî bide kuştin, lê ew ji meriv nefret bike, heta şerê meriv bike.


Meriv ji bo xatirê yekî bi xelkê ra dijminatiyê bike, lê ew bi dijminê meriv ra dost be, alîkariya dijminê meriv bike.

Heger bi rastî hûn bawer dikin cixare ji siheta însên ra ne baş e nebin tiryakîyên cixarê

Hin camêr li ser rewşa kurdan, riya azadî û serxwebûna wan, girîngiya zimên, zirarên asîmîlasyonê tiştên pir rast û xweş dibêjin, di medyaya sosyal da nutiqên mikemel pêşkêşî me dikin.

Lê bi tirkî van şîretan li me dikin.

Yê cixarekêş, bi cixara di nava tiliyan da dibê ji xelkê ra nebêje cixare xerab e.

Ji bêçaretî

 Hakim ji xanima girtî pirsî, got:

-Te ji bo çi kursî li serê mêrê xwe xistiye û serê wî şikandiye?

Jinikê hustiyê xwe xwar kir û got:

Payiz û rojeke xweş

 


Îro(18/9-20) li Stockholmê rojeke payizê ya pir xweş bû. Gava roj xweş xweş payiz xweş e, ji roja biharê û havînê xweştir e. Îro rojek wer bû.


Ez û xanim wek her roj, em derketin ger û piyasa xwe ya rojane û me riya xwe ciyê antramanê xist. Her tişt nuh kirine, li erdê çîmena
 plastîk raxistine. Herder paqij û bi dûzan e.

Min çakêtê xwe avêt û wek xortekî 20 salî, min dest bi antramanê kir. 

18 september 2020

Tirk çima bela xwe ji yûnanîyan venakin?

 Ji bo çi tirk li rojhilatê Derya Navîn û li Egeyê bela xwe di Yûnanan didin?

Tirk ji Yûnanan û ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêjin berê em ne xurt bûn, em zeîf bûn, me nikanîbû bi we, lema jî em bi erdekî hindik razî bûn.

Lê nuha em xurt bûne, êdî çavê me jî we dibire. Lema jî em hinek erdê din dixwazin. Heger hûn bi rehetî nedin me, emê bi zorê ji we bistînin.

Esasê meselê, xulaseya gelşê ev e.

Derewa dijmin û rastiya me

Îlknûr Bîlîr xanimê di vê nivîsa xwe ya duduya da jî tiliya xwe daye ser birîneke xwe û ya gelek kurdan ya pir kûr, axivî, qermoşkgirtî û li birîndaran gelkî giran bûye. 

Birîn, asîmîlasyon e, ji koka xwe û ji rastiya xwe dûrketin e, xwenenaskirin e, tirkbûn e. 

Îlknûr Bîlîr xanimê bi numûneyeke ji xwe neşter avêtiye ji vê birîna xwe da û ew der keriye. 

17 september 2020

Dilê min li Înstagramê rûnenişt û çû

Di medyaya sosyal da her roj ez blogê, facebookê û twîtterê bi kar tînim, prlatformên din yên wek Înstagramê, YouTube carnan riya xwe pê dixim, lê ne bi dûzan. 

Înstagramê carnan, belkî ji mehê carê bala xwe didimê û sûretekî xwe belav dikim.

Nizanim çima, ezîzê ber dilê min blog e, lê nabêna min û facebookê û twîtterê jî baş e. Twîtter jî çend salan piştî blogê û facebookê dilê min lê rûnişt.

Yekîtiya Ewrûpayê şerê tirkan li hemberî kurdan fînanse dike

 Yê dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê û şerê Tirkiyê li hemberî kurdan û çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê fînanse dike, meaşê çete û terorîstên îslamî dide Yekîtiya Ewrûpayê ye.


Yekîtiya Ewrûpayê bi navê alîkariya bi koçberan ra ji 2015a û vir da ye tam 6 milyar Euro xûgî daye Erdogan. 

Erdogan jî bi vî pereyî sîlehan dikire, meaşê çeteyên xwe dide û li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê şerê kurdan dike.

16 september 2020

Îtîlafa Sûriyê û Tirkiye êdî ENKSê di nava xwe da qebûl nakin

Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir Herîrî, bêyî ku ji ENKSê ra bibêje, sebebê wê îzah bike, nûnerê ENKSê yê Îtîlafê, endamê Heyeta Danûstendina Opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ji karê wî dûr xistiye û yekî ereb xistiye şûnawî.

Helbet ev skandal e, ne haya ENKSê pê xistine û ne jî ji Hewas Egîd ra gotine çima em te dixînin.


Hewas Egîd û ENKS dibêjin efendim biryar hîn neketiye praktîkê, biryar ne resmî ye, hîn ji me ra tiştek negotine, filan bîvan.

15 september 2020

Derdê hin kesan nayê kişandin

Hin kes pir ecêb in. Tu çer daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl dikî, di cî da bi messengerê dibêje zirrr, telefonî te dike, “mamoste ez dixwazim bi te ra bipeyivim…”

Gava tu daxwaza wî ya axiftinê bi zimanekî maqûl red dikî, xwe dixeyidîne, te bi “pozbilindiyê” îtham dike, gotinên tewşo mewşo ji te ra dike.

Bi qasî canbêzar û gernasên me xayinên me jî pir in

Dîn û renteleyekî filistînî jî, bênamûsekî filistînî jî ala Îsraîl nake sûretê profîla xwe yê facebookî û twîtterê. 

Lê belê bi hezaran kurdî ala tirk kirine profîlên xwe. 

Gava di medyaya sosyal da ez rastî kurdên wiha têm ez hêrs dibim, dinya li ber çavê min reş dibe.

Çima ji nav me kurdan hewqas merivên bêxîret, xayin derdikevin ez nizanim.

Bêxîretên bûne hevalên neyar pişt li me şikandine

Tirkan welatê me dagir kirine,em kirine bindest û zulmeke pir mezin li me dikin. Nahêlin li Kurdistanê lewheyek, tabeleyek bi kurdî hebe.

Vê zulma tirkan em giş pê zanin. Dijmin e û dixwaze me bikin tirk.

Baş e kurd çima dîsa jî dibin dost û hevalên vî dijminî?


Yek mala meriv, xaniyê meriv bi dare zorê ji meriv bigre û meriv jî ji xwe ra bike kole, meriv nikanibe pê jî jê hez nake, nabe hevalê vî neyarê xwe.


Lê ne yek û dudu, bi milyona kurd bûne hevalên dagirkerên welatê xwe.

14 september 2020

Hêvî dikim li pişt vî girî be

 Xoce Nesredîn kerê xwe yê meşhûr wenda kiribû û li her derê lê digeriya. Lê di ber ra jî tew kiribûyê ji xwe ra distira.

Kesên ew dîtin mit û mat man, yekî jê ra got:

-Xoce, her kes zane kerê te wenda bûye û tu lê digerî. Îcar ji dêlî ku tu bikî ax û wax, tu xemgîn bî, bikî qîrîn û hawar, di ser da te tew kiriyê, tu distirê. Ma ev çawa dibe?

Şansê tirkan heye

Ewrûpî ne ewrûpiyên berê ne, heger ewrûpiyên 100-150 sal berê bûna ji zû da pozê tirkan firikandibûn û derseke baş dabûn wan. 

Lê ewrûpî êdî ne ew ewrûpîyên berê yên şerûd û dagirker in. 

Ji ber ku êdî hevza xwe ji şer dikin, lema jî li rojavayê Derya Navîn (rojavayê Bahra Sipî) bixe bix û hire hire tirkan e û bela xwe di yûnan didin.

13 september 2020

Çima em hewqasî rehet dev ji zimanê xwe berdidin ?

Mêrê kurd gava bi yeka tirk ra dizewice, di cî da dev ji zimanê xwe berdide, zimanê wî yê malê dibe tirkî. 


Ne bi xanima xwe tenê ra, bi zarokên xwe ra jî bi tirkî dipeyive. 

Tu carî nayê bîrê ji xanima bixwaze ew jî zimanê wî hîn bibe.


Jina kurd bi tirkekî ra dizewice, ew jî dev ji zimanê xwe berdide û zimanê wê jî dibe tirkî. Ew jî bi zarokên xwe tirkî dipeyive. 

Tirkiya wê pir xerab be jî viya dike…

12 september 2020

Dev ji vî pîşikê xwe berdin û dilê însanan ji kurdî sar nekin !

Tiştek êdî min pir aciz dike, berê jî min çend caran li ser nivîsî, lê pere nekir, êzê careke din jî dubare bikim.

Ez ji hin kesan tiştekî fêm nakim. Tu dibêjî belkî mêrik bavê kurdî ye, alimê cîhan e, ya jî bekçiyê zimanê kurdî ye.


Li gorî wî kî bi kurmancî peyvekê ”şaş” binivîse, tavilê tiliya xwe jê ra li ba dike, destê xwe dixe qiriqê, dibêje hooop, hooop, tiştê te gotiye şaş e, bi kurmancî meriv wiha nabêje, wiha dibêje…

Îro ji dema 12ê îlona 1980î xerabtir e.

 


Di tarîxa me kurdan da îro, 12ê îlonê rojeke pir tahl û reş e, rojeke pir bi êş e.

Li Tirkiyê 40 sal berê di 12ê îlona 1980î da leşkeran, di bin serokatiya general Kenan Evren da dest danîn ser hukum.


Cûntake leşkerî îlan kirin. Cûnta leşkerî meclîs, partî, komel , sendîka û rêxistinên demokratîk giş girtin û li hemberî hêzên çep û kurdan dest bi girtin û operasyonan kirin.


Bi hezaran çepên tirk û kurd, kesên kurdperwer girtin, îşkenceyên mezin li wan kirin, bi hezaran avêtin zindanan. Gelekên wan hîn wenda ne. 


Gelek kurd di îşkenceyan da seqet kirin, kuştin.
Bi hezaran kurdên çep û wealtparêz welatê xwe terikandin û derketin derveyî welêt.

Tirk ala xwe di çavê me ra dikn !

Adnan Firat Bayar, pir kin, bi çend numûneyan qala çavsorî û zorbatiya dewletê ya li Diyarbekrê kiriye. 

Gotiye li bajêr bi her stûna lampeyên kolanan ve aleke tirk û rismekî Erdogan heye.

Li Sûrê ala tirk bi ser her dikanê ve kirine.

Serê her gavê ”aqrebek”, erebeyên pûlisan, leşker û pûlis.

Çîroka jinika tirk û kalê kurd

Jineke ciwan û gelekî xweşik, gedê wê di himêzê da ji gara Anqerê li otobozê siwar dibe, diçe Stenbolê. Kurdekî navsale jî li kêleka wê rûniştiye. 

Dema otoboz digihîje Qizilcihemamê jinik ji bo ku gedê xwe şîr bide pêsîra xwe derdixwe û dixe devê zarok. Lê zarok nagire, ruyê xwe diguherîne. 


Jinik bi zarok da dixeyide, dibêje, ”Bigre berxikê min, bigre, ya na ezê bidim apo haaa…”

11 september 2020

Tirkiyê li Yûnanîstanê kampa Morîa da şewitandin


Yûnanîstan û Yekîtiya Ewrûpayê zanin, lê ji ber tirsonekiya xwe newêrin bibêjin Tirkiyê kampa Morîa da şewitandin.

Sê roj berê li Yûnanîstanê li girava Mîdilî, li kampa Morîa du şewat li pey hev derketin. 


Kamp ji bin da şewitî, 13 hezar kesên di kampê da diman nuha li çolê mane û dixwazin zû herin welatekî Ewrûpayê.


Yûnan dibêjin koçberan kamp bi qestî şewitandin, ji bo ku zextê bidin ser Yekîtiya Ewrûpayê.

Bi baweriya min kampa Morîa bi destê Tirkiyê hat şewitandin, tirkan ji merivên xwe ra gotin bişewitînin. Yanî tiliya tirkan di vê şewatê da heye.

10 september 2020

Bindestiyê gelek zirar dane me

 Ne rast e em xwe bi siyasetmedarên, bi nivîskarên, bi blogerên, bi edîbên, yanî bi merivên xwedî dewlet, xwedî dem û dezgeh ra birewisînin, miqayese bikin.

Em nikanin wek kesên xwedî dewlet bin, çimkî di tu warî da em ne xwediyên îmkanên wan in. 

Em ne  merivên temam in, em merivên kût û seqet in. Bindestî di warê fikrî, kulturî, siyasî, psîkolojîk da jî meriv ji kesên xwedî dewlet cihê dike; bi piranî wiha ye, em hêrsa bindestiyê ji hev digrin, zû  hêrs dibin, zû dilê hev dihêlin. Toleransa me ya li hemberî hev hindik e. Ev ji ber şertên jiyana me ye. 

Sirê meslegî

 Hakim ji yê diz pirsî, got:

-Lawo tu bi qedrê Xwedê dikî, hela ka ji min ra bibêje, tu çawa û di ku ra ketî vê dikanê?

-Yê diz hinekî fikirî û dûra ji hakim ra got:

-Hakim beg, min fêm nekir, ma em hatine vir mahkime bibin, ya jî sirrê meslegê xwe îfşa bikin ?

09 september 2020

Tirkan nuha jî çav berdane Hewlêrê û Silêmaniyê

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu gotiye, ”nêzîkî temamiya Silêmaniyê di bin destê PKKê da ye û dixwaze Hewlêr jî kontrol bike. Li herêmê nêzîkî hezar gundan kontrol dike. Armanca wê ya sereke Hewlêrê jî bigre.”

Ev beyana Çavuşoglu ne elameta xêrê ye, diyar e tirk haziriya dagirkirina Kurdistana Federe dikin, ji Hewlêrê bigre heta bi Silêmaniyê di çavê xwe ra kirine.

08 september 2020

Tirk li tu derê me rehet nahêlin

 


Tirkan bombebarankirina, topbarankirina başûr û rojavayê Kurdistanê, kuştin û mahcirkirina kurdan ji xwe kirine karekî rojane, Gurmîna wan e, her roj gundên başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. 

Cam û derî bi malên gundên Duhokê ve nemane. 

Îro dîsa hin gundên Kanî Masiyê bombebaran kirine û zirareke mezin gihîştiye malên gund, camên malan şikiyane.

Ji bo ku li sê beşên Kurdistanê nehêlin kurd di malên xwe da rojekê rehet, bêtirs û xof razên her roj bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin. 

Dibê em kurdên bi tirkî dipeyivin û yên bi kurdî dipeyivin ji hev biqetin

 Ji bo kurdên asîmîle bûne, kurdên bi tirkî dipeyivin û kurdên bi kurdî dipeyivin pêşniyareke min heye: Dibê em ji hev biqetin.

Em çiqasî pê biêşin, çiaqî pê biqeherin jî pere nake, bêfêde ye, tirkan bi milyonan kurd asîmîle kirine.
  
Di nava wan da gelek merivên baş û hêja hene, dixwazin ji gelê xwe ra xizmetê bikin, ew jî bi qasî me li dijî dagirkeriya welatê xwe ne. Bi kêmanî yên wiha pir in. 

Xwe ji leqleqên bêfêde û bi zirar dûr xin û rehet bikin

Do êvarî ez rastî nivîseke Saît Aydogmuş hatim. Nivîs li ser ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ye.

Min nivîs giş nexwend, hinekî bala xwe dayê. Tiştekî pir ne muhîm be ez nivîsên tirkî naxwînim, minaqaşeyên bi tirkî taqîb nakim. Telewîzyonên tirkan ji xwe ji zûda ye temaşe nakim.

07 september 2020

Leşkerên tirk nahêlin kurd serbest bigerin

 


Leşkerên tirk nehîştine heyeta Tifaqa Kurdistanî here gundê Kelekê, bi wan kesên di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê li wan xistibûn û xwestibûn wan lînc bikin. 

Kelek gundekî Şemrexa qeza Mêrdînê ye. Di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê êrîşî hin karkirên ji Kelekê kiribûn û çend kes jî birîndar kiribûn. 


Malbata marûzî êrîşê bûbû bi zor ji lînckirinê xelas bûbû.


Êrîşê di medyaya sosyal da olan da, ev çend roj in ev êrîş di rojeva kurdan da ye.

Du dîn

Du dîn dixwazin ji tîmarxanê birevin. Yek ji yekî ra dibêje:

-Hela here li caxên ber derî binêre, heger pir bilind e emê di bin ra, heger nizm e emê di ser ra birevin.

Hevalê wî dihere, piştî çend deqîqeyan tê , dibêje:

Tirkan îcar jî êrîşê Fransayê kirin

 


Hikûmeta Fransayê tarîxa kurdan û rewşa wan ya bindestiyê, bêdewletiyê wek ders xistiye nava dersên tarîx û coxrafyayê ya lîseyê sinifa dawiyê, sinifa 11a. Navê beşa li ser kurdan, ”Kurd: Miletê dewleta wî tuneye.” 

Di dersê da coxrafya Kurdistanê tê nasandin û li ser tarîxa kurdan û rewşa kurdan ya îro agahî tê dayin.


Tirkiye li dijî vê biryara Fransayê derketiye û Fransa rexne kiriye. 

06 september 2020

Dibê em zargotina xwe bixwînin

 Heger her nivîskarî û rojnamegerî baş li sitranên gelêrî, guhdarî bikira, yên nivîskî bixwenda, baş bala xwe bida zimanê wan sitranan, çîrok û metelokan, ez wer bawer dikim ewê kurdiya wî/wê gelkî baştir û tekûztir bibûya.

Meriv bixwaze, nexwaze kurdiya me ketiye bin bandora tirkî, tirkî zimanê me seqet, kel û kût kiriye. 

Jinên me yên gundî jî êdî bi tirkiya stenbolî dipeyivin

Berê gundiyan bi tirkî nizanîbûn, hinek çend gotinan li eskeriyê fêr dibûn. Lê jinan gotinek jî bi tirkî nizanîbûn. Bajariyan tirkî zanîbûn, lê tirkan wan jî ne tu tirkî bû, devokî bû.

Tirkiya rihayiyan, diyarbekriyan, belîsîyan, mêrdîniyan ne wek tirkiyeke stenboliyan bû. Gava yekî du gotin digot, meriv zanîbû ji ku ye.

Lê nuha êdî pîrekên gundî jî tirkiyeke stenbolî dipeyivin, tirkiya stenboliyan jî li ba tirkiya wan kelokûtî ye, xerab e.

05 september 2020

Tirk ev in û em bi viya zanin

 


Tirkan li bajarê Sakaryayê dîsa êrîşî kurdan kirine, li jinan xistine, xwestine çend karkirên kurd tev jin û zarokên wan lîc bikin.


Ev ne cara pêşî ye bûyereke wiha dibe, heta nuha tirkan gelek caran tiştên wiha kirine, kurd lînc kirine. 


Helbet tiştê bûye hovîtî ye, barbarî ye, irqçîtî ye, lê tirk ev in, em giş bi viya zanin.


Kurdek ji birçîna jî bimre naçe li ba kurdekî dijminê xwe, kurdekî jê nefret dike naxebite. Ewê bibêje ez naçim ji dijminê xwe ra naxebitim, ji dijminê xwe ra xizmekariyê nakim.

04 september 2020

Mesela hejîran fire geriya

 


Ji mêweyên pir jê hez dikim yek jî hejîr e... Li Kurdistanê, li Dêrika Çiyayê Mazî, xelk û alem bi satilan hejîran dikirin, ez feqîrê Xwedê bi heban dikirim. Îro jî riya min çarşiya taxa me ket û min ji xwe ra çar hejîr kirîn.

Lê çi heyf hejîrên tînin vir bi qasî yên welêt ne bi tahm û lezet in, bêtahm in. Carnan yê baş jî tînin, lê hîn lê rast nehatime.

Berê welatê me dagir kirin...

Ji derve hatin, berê welatê me dagir kirin, mal û milkên me talan kirin, gund û bajarên me wêran kirin.

Dû ra hebûna me înkar kirin, gotin hûn ne qewmekî cihê ne, hûn tirkên çiyayî ne.

Dû ra zimanê me qedexe kirin û zimanê xwe bi darê zorê bi me dan fêrkirin.

Her cara me serî hilda, em li hemberî zulmê û dagirkeriyê rabûn em girtin, zulm li me kirin, em kuştin, em bi çolan xistin.

03 september 2020

Li Serhedê çima dengbêj pir in ?


Li gelek bajarên Kurdistanê dengbêj hebûn, pir hindik jî hene. Li her qezayekê, bajarekî yek du dengbêj peyda dibin.

Lê Serhed cî û warê, kela dengbêja ye, li tu herêmeke din ya Kurdistanê bi qasî li Serhedê hene dengbêj tunene.
  
Hema hema li her gundekî Serhedê çend dengbêj hene. Di şevbêrkan da gava cimat digere, ne yek û dudu, bi dehan dengbêj hene, her kesê li odê kane çend kilaman bibêje.

Dizê mirîşkan

 Xwediyê malê diz di pîna mirîşkan da girtibû. Di bêrîkek wî da çend çêlik û bêrîka wî jî tije hêk bûn. Du mirîşk jî di destê wî da bûn.

Her dera wî di nava toz û dûmanê da, perê mirîşkan û zîlqê da mabû.

Welhasilî kelam diz girtin, derxistin mahkimê.

Li mahkimê diz ji hakim ra got:

02 september 2020

Em û tirk emê çawa ji hev safî bibin ?

Em û tirk zû bi zû ji hev safî nabin, bi tirkan ra kultura mafdayina bi rehetî tuneye, tenê zor, ço kane wan nerm bike û bîne rê.

Hêvî dikim tim wiha nemînin, wek ewrûpiyan ew jî li xwe varqilin û teslîmî heqiyê û edaletê bibin.


Ji bo ku em û tirk ji hev veneqetin, bi hev ra bimînin du rê li ber tirkan hene; yek jê ya ewê dewleteke federal qebûl bikin, em herdu serî jî bibin xwediyê eynî mafan, ya jî emê veqetin, Kurdistanê ava bikin û bibin du cîranên ji hev hez nakin û nabêna wan ne xweş.

Dilbijokiya xortaniyê

 


Ez bawer nakim hûn vî xortê çeleng nas bikin. Ez navê wî ji we ra bibêjim jî dibe ku ji we hinek bawer nekin.

Lê hûn bawer bikin ya nekin, ev xortê çelenk Zinarê Xamo ye. 

Di dem û dewrana xortaniya xwe da camêr wiha bedew bûye, lê nuha kokimekî piştxûz û devkox e.

Dibê meriv bi gotinên xwe însanan ji nivîsîna kurdî dûr nexe

 Ji me kurdan kesî Oxforda Kurdistanê neqedandiye, em giş bi hewildan û xeyretên xwe yên ferdî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne.

Lema jî ne şerm e di warê rastnivîsê da em hin şaşiyan bikin.

Lê bi ya min kêmasiyeke mezin e, şerm e em zimanê xwe nizanibin û fêr nebin.

01 september 2020

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê dereweke pir xweşik kiriye, lê bi derewa xwe kenê dînan bi xwe aniye

 


Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye, xwedêgiravî wan ”emîrê DAIŞê yê Tirkiyê girtine.” 

Lê Soylu, ne navê "emîrê" hatiye girtin daye û ne jî gotiye çawa û li ku hatiye girtin.


Ji bo ku vir e virek baş cî nedaye vira xwe. Lê dereweke û ji xwe ra kiriye, ma kes bi derewan tetirxanî dibe, ya jî dimre?

Heger piştî her derewê qoçek bi eniya derewkaran va bihata, Soylu ev derewa bi boçik û bi xuronek nedikir.