Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtiû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.
Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir lê bibe êvar û here
xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:
-Ma hîn êvar pir maye lo?
Û yên li dorê jî ji heramî tim digotin:
-Erê pir maye. Hîn tu li ku êvar li ku.
Carek, du car, sê car, sofî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek
mezin got:
-Lawo heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur
bikim! Îro ji şansê min ra roj naçe ava...
Dahşik
Mêrik û xanima xwe ya bihalkî çûn ser tuxtor, xwestin
bizanibin zarokê li rê ewê lawik be yan jî keçik be.
Piştî ku tuxtor jinik baş miayene kir û filmê wê kişand, mêrê
jinikê bi meraq ji tuxtor pirsî:
-Belê tuxtor beg, keçik e yan lawik e?
Tuxtor xweziya xwe daqultand, hinekî cî li xwe xweş kir û
got:
-Hîn baş xuya nake, lê ez bawer dikim zêdayiya we ewê ya keçik
be, ya jî lawik be.
Mêrik bi rengekî matmayî got:
-Ê qey ewê ya keçik be, ya lawik be, ma qey ewê dahşika kerê
be!
Tixtor û dîn
Di nexweşxana dînan da dînekî xwe serserî bi asraxê xênî ve
bi darda kiribû. Tixtor bi zimanekî nerm ji hevalên wî ra got:
-Ma vî hevalê we çima xwe wiha bi darda kiriye?
Gotin:
-Ji wî wetnê ew lampe ye.
Tixtor got:
-Zû daxînin!
Gotin:
-Em danaxin, heger em daxin emê di tariyê da bimînin.
Min fêm kir...
Bînalî Yildirim dema serokwezîrê Tirkiyê bû rojekê diçe
nexweşxaneya dînan ziyaret dike. Yekî dîn diçe balê û jê ra dibêje:
-Ero sergome, tu kî yî, tu li vir çi digerî?
Bînalî Yildirim dibêje:
-Ez serokwezîrê Tirkiyê,Bînalî Yildirim im.
Yê dîn dikene, dibêje:
-Min fêm kir, nexweşiya min û te yek e. Ya min jî wiha dest
pê kiribû.
Ciyê berçavkê
Tixtor ji bo ku bizanibe nexweşê wî çiqasî dîn e jê pirsî,
got:
-Ku ez nuha guhekî te jêkim ewê çi bibe?
Yê dîn pel pel li tixtor nêrî û got:
-Canê min ewê biêşe.
Tixtor dîsa pirsî:
-Le ku ez herdu guhên te jêkim?
Yê dîn got:
-Wê demê jî ezê nikanibim baş bibînim.
Tixtor li hember vê bersîvê matmayî ma, got:
-Çima?
-Yê dîn pir hêrs bû, got:
-Ma çima wê heye? Dema tu herdu guhên min jî jêkî ezê
berçavaka xwe bi ku ve kim?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar