Du dîn dixwazin ji tîmarxanê birevin. Yek ji yekî ra dibêje:
-Hela here li caxên ber derî binêre, heger pir bilind e emê
di bin ra, heger nizm e emê di ser ra birevin.
Hevalê wî dihere, piştî çend deqîqeyan tê , dibêje:
Weleh emê nikanibin birevin.
Yê din dibêje:
-Çima ?
-Weleh cax rakirine, em ne kanin di bin ra birevin û ne jî
di ser ra...
Bale
Dewlemendekî nuhpêketî, dinyanedîtî cara pêşî bû diçû baleyê.
Bîstekê li keçikên ku li ser tiliyên xwe dans dikirin temaşe kir. Dûra berê xwe
bi yê kêleka xwe da kir û hêdîka jê ra got:
-Bira yên hinekî dirêjtir bidîtana, rebenên Xwedê çiiqasî
xwe hol dikin jî, dikin nakin dirêj nabin!
Heyf
Yekî file/mesîhî biryar dabû sîleyekê li yekî cihû/yahûdî
xe. Li bajêr vir da çû, wê da çû, axir cihûyekî belengaz dît û çû ji pa ra
sîleyek bi tîn avêtê. Mêrikê cihû şaş ma, got:
-Lawo, çima te li min xist?
Yê file got:
-Çimkî we Îsa Pêxember kuştiye.
Yê cihû got:
-Kuro ev mesele du hezar sal berê bûye.
Yê file bi mirûztahlî got:
-Heta nuha min nebihîstibû, min nuh bihîst.
Ji tirsê
Rojekê Erdogan tebdîlî qiyafet dike û diçe sînemê, li
filmekî dokumenter yê li ser jiyana xwe temaşe dike. Dixwaze bizanibe hela ka
milet di heqê wî da çi difikire û çi dibêje. Di filîm da her cara ku Erdogan nîşan
didin ji tezahurat û çepikan qiyamet radibe. Her kes radibe ser xwe û li hewa
bi deqîqeyan li çepikan dixe. Erdogan li hember vê tezahurat û hezkirina milet şaş
û matmayî dimîne û ji yê kêleka xwe dipirse, dibêje:
-Gelo tu zanî ev mileta ji bo çi hewqasî ji Erdogan hez
dike?
Mêrik dibêje:
-Hezkirina çi birayê min, em ji tirsa qûna xwe û ji hewla
ruhê xwe li çepikan dixin. Hundur tije ajanên wî ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar