Leşkerên tirk nehîştine heyeta Tifaqa Kurdistanî here gundê Kelekê, bi wan kesên di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê li wan xistibûn û xwestibûn wan lînc bikin.
Kelek gundekî Şemrexa qeza Mêrdînê ye. Di 4ê îlonê da tirkan li Sakaryayê êrîşî hin karkirên ji Kelekê kiribûn û çend kes jî birîndar kiribûn.
Malbata marûzî êrîşê bûbû bi zor ji lînckirinê xelas bûbû.
Êrîşê di medyaya sosyal da olan da, ev çend roj in ev êrîş di rojeva kurdan da
ye.
Heyeta Tifaqa Kurdistanî xwesitiye îro here gundê Kelekê û bi wan gundiyan ra
bipeyive. Lê lêşkerên tirk rê li ber heyetê birîne, nexweşiya koronayê wek
sebeb nîşan dane.
Helbet ev vir e, ji bo ku nehêlin heyet here gund û bi wan kesan ra bipeyive,
ev derew wek sebeb nîşan dane.
Tiştê kirine zorbatîye, bêqanûnîye, di qanûnên vê dewleta tirovoro da jî astengkirina
seyahetê sûc e, dibê însan kanibin azad seyahet bikin.
Lê mêrikan guh nadin qanûn manûnan, ji bo ku hêza wan a leşkerî heye, kanin vê
zorbatiyê bikin. Parlamenterên HDPê jî di nav heyetê da hebûne lê dîsa iî pere
nekeriye.
Li Tirkiyê ji bo kurdan êdî tu maf, tu heq, tu qanûn tuneye, tenê zor û zorbatî
heye.
Tirkên xwedî dewlet, xwedî leşker û polîs êdî guh nadin qanûnên xwe jî, wek
mafîa û çeteyên rêbir hereket dikin. Tiştê lêşkerên tik îro kirine rêbirî ye,
zorbatî û eşqîyatî ye. Û heta nuha bi sedan caran zorbatiyên wiha kirine; yanî
ev ne cara pêşî ye.
Lê ev îş wihaye, heta em nebin xwedî dewlet û di bin destê tirkan da bin, halê
me ewê tim ev hal be, ewê nehêlin em herin bajar û gundên xwe jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar