Ev demeke ez rastî xortekî navê wî Arif Tamtaş e hatime. Ev du meh in wî jî dest bi blogeriyê kiriye.
Xortekî kurmanciya wî baş e û tiştên xweş û balkêş dinivîse. Di nivîseke wî da ”Ka dasa xwe bide min, xwarzîyê min!” sê peyvan bala min kişandin. Peyv ev in:
-Rût, nizar, tepikandin.
Rût, rûtik, yanî darê pê gûzan dawdişînin. Ji wî darî ra dibêjin ”rût”.
Nizar jî di maneya hevraz, pal da bi kar aniye. Gotiye ”dehla li nizanra gundê me.” Yanî dehla li pala gund.
Ji bo ”tepikandinê” jî gotiye tê mane birrîna şaxên, guliyên darê. Yanî dema meriv şaxên, guliyên darê dibirre ew tepikandin e.
Min hersê peyv jî nebihîstibûn.
Lê li ba me peyveke nêzî ”rûtê” heye, rot. Em ji ”rût”ê ra dibêjin rot. Darekî 5-6 mîtro dirêj e, di xaniyên ser wî ax da davêtin ji ser maxan. Yanî darekî ji max ziravtir û ji mirdiyaq qalintir e.
Gotina ”nizar” li ba me tuneye, ji dêlî wê va em dipêjin pal e, pala gir, kerî li pala gund, li pala gir diçêre.
Topikandin li ba me nayê bikaranîn. Heger hebe jî min nebihîstiye.
Lê gotina topiz, sertopiz heye. Topiz, çoyekî sertop e.
Li ba me sê şikil çoyê însan didin destê xwe hene; hêzranî, çoyekî ji qamîş çê dikin.
Çoyê din mişrag e. Darekî eynî wek yê beîsbolê ye, lê dirêjtir e. Hinekan ji dara gûzê çê dikir û dinexşandin.
Çoyê din jî topiz, ya jî tompiz e. Ew jî çoyekî serê wî top e.
Lê xort gotiye li ba wan ” Tapikandin tê wateya birrîna şaxên darê.” Peyveke
xweş e. Hêvî dikim peyvên wiha bala hevalên ferhengan hazir dikin, kesên di
Wîkîferhengê da kar dikin bişîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar