15 september 2020

Bi qasî canbêzar û gernasên me xayinên me jî pir in

Dîn û renteleyekî filistînî jî, bênamûsekî filistînî jî ala Îsraîl nake sûretê profîla xwe yê facebookî û twîtterê. 

Lê belê bi hezaran kurdî ala tirk kirine profîlên xwe. 

Gava di medyaya sosyal da ez rastî kurdên wiha têm ez hêrs dibim, dinya li ber çavê min reş dibe.

Çima ji nav me kurdan hewqas merivên bêxîret, xayin derdikevin ez nizanim.

Ez bêdengiya ji tirsê fêm dikim, lê hevalbendiya dagirkerê welatê xwe xweş nabînim û qebûl nakim. Ez vê yekê wek bênamûsiyê, wek cahşîtiyê dibînim.

Heger meriv nikanibe sîleyekê li dijminê xwe xîne, destê wî jî maçî nake, jê ra nabe xulam, pesnê wî nade, ala wî hilnade, nake profîla xwe.

Gava ez wiha dibêjim hin dost û heval xe dixeyidînin, dibêjin wiha nebêje, vana gotinên giran in.

Bi baweriya min dibê meriv navê tiştan rast bibêje, ji başan ra bibêje baş, ji xayinan ra bibêje xayin, ji cahşan ra bibêje cahş. Dibê ew bibînin kurd ji bo wan wan çi dibêjin.

Yê ji hevalbendiya dijmin, ji hildana ala dijminê xwe şerm neke, çima ezê ji vî karê wî/wê ra nebêjim cahşîtî û xiyanet. Yê rahîje sîleh dijminê xwe û bibe bekçî û notirvanê wî, bi dijmin ra bi dev û bi sîlehê şerê gelê xwe bike xayin e, cahş e, dibê meriv vê rastiyê bibêje.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar