Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu gotiye, ”nêzîkî temamiya Silêmaniyê di bin destê PKKê da ye û dixwaze Hewlêr jî kontrol bike. Li herêmê nêzîkî hezar gundan kontrol dike. Armanca wê ya sereke Hewlêrê jî bigre.”
Ev beyana Çavuşoglu ne elameta xêrê ye, diyar e tirk haziriya dagirkirina Kurdistana Federe dikin, ji Hewlêrê bigre heta bi Silêmaniyê di çavê xwe ra kirine.
Dibê hukûmeta Kurdistanê vê beyana Çavuşoglu wek îşareta dagirkirina Hewlêrê û
Silêmaniyê fêm bikin. Tu maneyeke din ya vê beyanê tuneye.
Tirkan bi hinceta hebûna PKKê Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirin û
hedefa wan dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê ye.
Nuha jî wa ye dibêjin Silêmanî bi tevayî û hezar gundên başûrê Kurdistanê di
bin destê PKKê da ye û dixwaze Hewlêrê jî bigre.
Li ku derê PKK hebe tirk êrîşî wir dikin, wir dagir dikin. Maneya xwe ewê êrîşî
ser Silmêmaniyê û Hewlêrê jî bikin, ji bo ku ji dest PKKê derxin.
Dibê hukûmeta Kurdistana Federe li hemberî vê beyana Çavuşoglu bêdeng nemînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar