10 september 2020

Bindestiyê gelek zirar dane me

 Ne rast e em xwe bi siyasetmedarên, bi nivîskarên, bi blogerên, bi edîbên, yanî bi merivên xwedî dewlet, xwedî dem û dezgeh ra birewisînin, miqayese bikin.

Em nikanin wek kesên xwedî dewlet bin, çimkî di tu warî da em ne xwediyên îmkanên wan in. 

Em ne  merivên temam in, em merivên kût û seqet in. Bindestî di warê fikrî, kulturî, siyasî, psîkolojîk da jî meriv ji kesên xwedî dewlet cihê dike; bi piranî wiha ye, em hêrsa bindestiyê ji hev digrin, zû  hêrs dibin, zû dilê hev dihêlin. Toleransa me ya li hemberî hev hindik e. Ev ji ber şertên jiyana me ye. 

Loma jî dibê ev yek tim di bîra meriv da be. 

Tiştê ji bo nivîskarekî, edîbekî, blogerekî tirk, swêdî, alman mimkûn e, normal e, ji bo me ne mimkûn e.

Wek numûne, nivîskarekî swêdî kane bi romanên xwe, bi nivîskariya xwe, blogerekî swêdî kane bi blogeriya xwe debara xwe bike û heta bibe milyoner jî.

Jan Guillou. Camilla Lackberg. PO Enquist, Leif GW Persson, Jonas Jonasson bi roman û kitêbên xwe bûne milyoner, bi romanekê, bi kitêbeke zarokan pere bi ser wan da dibare. Bi hezaran edîb, nivîskar û hunermendên swêdî bi nivîskarî û hunera xwe dijîn.


Heta bi blogeriyê jî dibin milyoner. Keçeke bi navê Îsabella Lowengrip bi blogeriya xwe bi milyoner.
Blogerekî kurd blogerê dinyayê yê herî baş be jî nikane bi blogeriya xwe debara xwe bike.


Nivîskarekî kurd çiqasî meşhûr be jî bi kitêbên xwe nikane bibe milyoner.


Çimkî em miletekî bindest in, dezgehên me, îmkanên kesên xwedî dewlet ji bo me tunene. Weşanxaneyên me, rojnameyên me, telewîzyonên me ne xwedî îmkanên mezin in, nikanin wek yên swêdî, alman û tirkan bin. 


Nivîskariya me tiştekî îdeel e, em tu pera jê qezenc nakin. Lê yên kesên xwedî dewlet ne wisa ye, kes belaş tiştekî nake.


Û heta em bindest bin, nebin xwedî dewlet û welatekî azad emê tim di rûnê xwe biqijilin, emê tim mehrûm bin û tu carî nebin xwedî îmkanên kesên xwedî dewlet. 

Fikir, zihnîyet jî wisa ye, zîhnîyeta me jî zîhnîyeta kesên bindest e, kultura me kultura fedekariyê û îdealîzmê ye, dibê meriv ji nivîsaqkriya xwe, ji hunera xwe tu kar û qezencê nepê.

 

Kurd zû bi zû twîttên hev naecibînin û fav nakin. Gava xwediyê twîttê ne ji eşîra wî/wê be, partiya wî, tevger û serokê ew jê hez dike rexne bike, kêfa wî ji fikrê wî ra were, tiştê gotiye rast bibîne jî naecibîne. 

Ez di vê şêla însanan da anormaliyekê nabînim û xwe aciz nakim; wê twîta min rast dibîne, lê ji min hez nake. 

Em ne ewrûpî ne, em bi piranî hev nas dikin, zanin kî çi ye. 

Lema jî tiştê meriv got rast be jî însan jê ra li çeikan naxin. Ji bo me kurdan ev normal e, dibê meriv xwe aciz neke. 

Lê însan nivîsên hev dixwînin ûjê tesîrê digrin, viya diyar nekin jî wiha ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar