23 september 2020

Heta kurd ev kurdên reben bin, tirk tim ewê ev nîjadperest bin

 


Kurdekî bi navê Ronas Aram, di malpera ”GazeteLink”ê da bi ser nivîsa ”Di festîwala me da bi kurdî sitran qedexeye” nivîsek nivîsîye.

Di nivîsê da dibêje Belediya Stenbolê bi navê ”Li kuçê sinet heye”, çalakiyeke muzîkê çêkiriye, ew jî wek gîtarîst beşdarî vê festîwala muzîkê bûye.

Lê nehîştine kes bi kurdî bistirê, tenê destûr dane meqamên kurdî enstrumental lêxin.


Di nivîsê da xwe pir feqîrokî kiriye, gotiye vê qedexeyê xwedêgiravî ew pir êşandiye, lê li gel vê jî ev nîjadperestî daqultandiye û şertên Belediya Stenbolê û festîwalê giş qebûl kirine.




Ronas Aram, bi vê nivîsa xwe hewil daye xwe wek merivekî kurdperwer, ji ziman û muzîka kurdî hez dik nîşan bide. Û xwedêgiravî ambargoya festîwalê ya li ser kurdî ew gelkî xemgîn kiriye.


Bi baweriya min ne rast e, heger bi rastî ambargo û irqçîtiya li hemberî gelê wî û muzîka kurdî pê zor bihata, ewê ew peymana irqçî, faşîst îmze nekira û ji bo çend qurişan beşderî konserên festîwalê nebûya.


Di ser da yên Ekrem Îmamoglu kirin serokê belediyê kurd bûn, ne rayên kurdan bûya ne mimkûn bû Ekrem Îmamaoglu qezenc bikira û bibûya reîs. Gelek kurdan xwe ji bo wî helak kirin. Lê wa ye mêrik di festîwalê da kurdî qedexe kiriye. 


Yek nehêle meriv bi zimanê xwe bistirê, bibêje sitranên kurdî qedexeye, heger bi meriv ra piçek xurûr hebe, zêr jî li ber nigê meriv raxin, meriv beşdarî festîwala wan faşîst û neyarên qewmê xew nabe. 

Yekî hebekî ji xwe hez bike, qedir bide şexsîyeta xwe, şertên wê festîwalê yên Ronas Aram qal kirine qebûl nake û wek êsîrekî ji wan ra li gîtarê naxe.

Ronas Aram qebûl kiriye û him jî nuha gazinan dike. Him şertên faşîstan qebûl dike, him ji wan gazinan dike. 


Heta kurd li hemberî irqçîtîya tirkan hustuyên xwe xwar bikin, zulm û sitûriyên wan daqultînin, tirk ewê xwe naguherînin û nîjadperestiya xwe bidomînin.


Meriv nikanibe bi neyarê xwe pê ra hevaltiyê jî nake. Ronas Aram qet ne mecbûr bû wan şertên belediyê û festîwalê qebûl bike, heger qedir bida gelê xwe û şexsîyeta xwe, gava jê ra gotin ”di festîwala me sitranên bi kurdî qedexe ye” ewê bigota wê demê ez jî nayêm. 

Ronas Aram ew cesaret, ew mêranî nîşan nedaye, erê bi qedexeyê qeherîye, lê dîsa wek rebenekî, wek êsîrekî şertên wan qebûl kiriye. Bi baweriya min merivekî xwedî şexsîyeteke saxlem wiha nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar