Îro(18/9-20) li Stockholmê rojeke payizê ya pir xweş bû. Gava roj xweş xweş payiz xweş e, ji roja biharê û havînê xweştir e. Îro rojek wer bû.
Ez û xanim
wek her roj, em derketin ger û piyasa xwe ya rojane û me riya xwe ciyê antramanê
xist. Her tişt nuh kirine, li erdê çîmena plastîk raxistine. Herder paqij û bi dûzan e.
Min çakêtê xwe avêt û wek xortekî 20 salî, min dest bi antramanê kir.
Xanimê jî çend alet ceribandin lê zêde ji heq derneket. Min yên di hukmê xwe da giş ceribandin. Cîyekî xweş e, nêzî mala me ye jî, emê carnan riya xwe pêxin.
Min got xanim zû çend rismên bigire. Here, were ev risim tenê girtiye.
Ji şansê min ra ez rastî yekê hatime nizane risma bigre û
ji risimgirtinê jî qet hez nake. Heta ez rismekî pê didim girtin çermê eniya min diqete.
Xwezî Emer Farûq Baran îro li vir bûya û çend rismên min
bigirta...
Di parvekirinên pêkenînên min da tiştekî bala min kişand, ez
dixwazim ji we ra qala vê çavdêriya xwe bikim.
Ez rojê pêkenînekê belav dikim. Gava di pêkenînekê da
peya/mêr li pîrekê(li jinê) neheqiyê dike, ya jî henekekê pê dike, peya şerm
dikin, pêkenînê naecibînin; pîrek jî hêrs dibin. Carnan jî rexne dikin.
Lê gava di pêkenînê da pîrek li peyê neheqiyê dike, henekê
xwe pê dike, kêfa pîrekan tê, nivîsê, pêkenînê diecibînin û peya jî dengê xwe
nakin, newêrin tiştekî bibêjin.
Ev jî nîşan dide cesareta medenî bi pîrekan ra zêdeye, bi
peyan ra kêm e.
Ya din din jî ji ber ku peya pir zulm û neheqî li pîrekan
kirine, bi sûcê xwe zanin. Lema jî di pêkenînê da gava pîrek li peyê neheqiyê
dike, ya jî lêdixe, peya xwe bêdeng dikin, fikrên xwe, hestên xwe nadin der.
Kêfa min ji wêrekiya pîrekan rat ê, bi henek be jî ya dilê
xwe dibêjin, hestên xwe didin xuyakirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar