Hakim ji xanima girtî pirsî, got:
-Te ji bo çi kursî li serê mêrê xwe xistiye û serê wî şikandiye?
Jinikê hustiyê xwe xwar kir û got:
-Ez çi bikim hakim beg, ji bêçaretî bû. Mase pir giran bû û
wê di wê taftafê da tiştekî din jî bi destê min neket…
Bertîl
Muxtarê gund bertîlxurekî pir yeman bû, bê bertîl mohra xwe
ji bêrîka xwe dernedixist. Rojekê çend gundiyan bi hev ketin û çûn li muxtêr
gilî kirin, gotin muxtar bê bertîl tu tiştekî mohr nake.
Doz hat vekirin û celp ji muxtêr ra çû. Roja mahkimê
xwediyên gilî û muxtar, giş çûn mahkimê. Hakim piştî ku îdîaname xwend ji muxtêr
ra got:
-Muxtar, ev camêrên hanê dibêjin muxtar bê bertîl tu karî
nake. Ma rast e, ne rast e, tu çi dibêjî?
Muxtar yekî kone bû, got:
-Hakim beg, bi Xwedê carnan tên ji min ra jî dibêjin “hakim
yekî bertîlxur e, ji xelkê rişwetê digre, bê bertîl kar nake. Lê ez ne guh
didim gotinên wiha û ne jî ji wan bawer dikim.
Piştî van gotinên muxtêr, hakim bi hêrs ji gundiyên gilî
kiribûn ra got:
-Derkevin der, berat!
Du kalên swêdî bi hev ra dipeyivîn. Yekî ji yekî ra bi gazin
got:
-Di van salên dawî da terkîba(kombînezona) malbatê ji binde
hatiye guhertin.
Hevalê wî got:
-Bi çi hawî?
-Berê, di zaroktiya me da her dê û bavekî çar, pênc zarokên
wan hebûn. Lê nuha her zarokekî çar, pênc dê û bavên wan hene. Zarokên feqîr
nizanin ji kê ra bibêjin bavo û dayê…
Nigê bêdesmêj
Xoce Nesredîn desmêj girt lê avê têra nigekî wî nekir. Dema
dest bi nimêja xwe kir nigigê xwe yê neşuştîrakir hewa û li ser nigekî nimêj
kir. Yên li dorê li hember vê yekê matmayî man, gotin:
-Xoce, malneket, ev çawa nimêj e?
Xoce got:
-Ev nimêja nigekî bêdesmêj e.
Destê xwe nedayê
Hakim ji xortê berdûş pirsî, got:
-Lawo ma rast e te ev camêrê hanê ji ser nêrdiwanê totî jêr
kiriye?
Xortê berdûş xwe hinekî pik kir û got:
-Na hakim beg, min tenê ji ser pêlikekê ew tahm da, wekî din
min qet destê xwe nedayê, ew bi xwe gundorî jêr bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar