Zana û kurdperwerê hêja, apê keç û xortên kurd Mûsa Anter,
28 sal berê şeva 20ê îlona 1992a li Diyarbekrê ji alî qatilekî dewleta tirk ve,
bi emir û fermana dewletê, bi şiklekî namerdane hete kuştin.
Apê Mûsa ap û îdolê xortan hemûyan bû, bi xebat û liberxwedana xwe, bi nivîs, serpêhatî û mîzaha xwe tesîreke mezin li nifşên xwe û yên di pey xwe ra kiriye.
Lema jî di dilê her kurdî da ciyekî taybet ê Apê Mûsa heye.
Qelema xwe li hemberî hêzên dagirker wek şûrekî bi kar anî, bi zîrekî û mîzaha xwe
henekê xwe bi dagirkeran û edaleta wan kir, dagirkerîya wan tim bi bîra wan
xist. Ji bo xortan bû îdolekî îlhamê û sembolekî liberxwedanê.
Apê Mûsa nayê jibîrkirin, kurd ewê vî xweşmêrê zana tim bi
hurmet û bi hezkirineke kûr bibîr bînin.
Bi hurmet bibîr tînim
Wî jî bi hurmet bibîr tînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar