13 september 2020

Çima em hewqasî rehet dev ji zimanê xwe berdidin ?

Mêrê kurd gava bi yeka tirk ra dizewice, di cî da dev ji zimanê xwe berdide, zimanê wî yê malê dibe tirkî. 


Ne bi xanima xwe tenê ra, bi zarokên xwe ra jî bi tirkî dipeyive. 

Tu carî nayê bîrê ji xanima bixwaze ew jî zimanê wî hîn bibe.


Jina kurd bi tirkekî ra dizewice, ew jî dev ji zimanê xwe berdide û zimanê wê jî dibe tirkî. Ew jî bi zarokên xwe tirkî dipeyive. 

Tirkiya wê pir xerab be jî viya dike…


Yanî ne mêrê kurd û ne jî jina kurd wek jin û mêrên tirkan li zimanê xwe xwedî dernakeve, bi dilxwazî û bi kêfxweşî dev ji kurdî berdide û teslîmî asîmîlasyona tirkî dibe.


Jin û mêrên tirk, tirkî bi darê zorê naxin devê wan, yên me bi dilxwazî tirkî dikin zimanê xwe û zarokên xwe.


Sebebê vê yek jê, em xwe biçûk dibînin, em ji xwe, ji zimanê xwe, ji miletê xwe, ji kultura xwe hez nakin; ji bo wê jî pir rehet, bi dilxwazî dev jê berdidin.

Sebebekî din jî hestên kurdayetiyê, nasyonalîzim bi me ra, bi zana û xwendayên me ra pir zeîf e, xwe layiqî tiştekî nabînin. 


Helbet hin îstîsna hene, lê piranî wiha ye, ji bo ku xwe û zimanê xwe bêqîmet dibîne, zû dev jê berdide.
Zimnê xwe layiqî axaftinê, parastinê nabîne. 


Zimanê xwe, kultura xwe wek paçekî, potikekî kevnî qilêrî dibîne, di fersenda pêşî da davêje û xwe jê xelas dike.


Tirkên li Ewrûpayê bi xerîban ra zewicîne, çi jin, çi mêr, pir hindik, miheqeq ew tirkî fêrî wan kirine, fêrî zarokên xwe kirine.


Lê em kurd ne wiha ne, em bi kê ra bizewicin dibin wek wan, zimanê wan dikin zimanê xwe û zarokên xwe.


Çimkî em wek afrîqiyan xwe biçûk dibînin, xwe milet nahesibînin, zimanê xwe bêqîmet dibînin, siyasetmedaran hest û şiûra milî bi me ra xurt nekirine.

XXX

Avabûna dewleta Îsraîl ji alî Neteweyên Yekgirtî di 14ê gulana 1948a da hat qebûlkirin.

Deh mehan piştî avabûna Îsraîl, Tirkiyê di 28ê adara 1949a da Îsraîl resmî nas kir.

Û ev 71 sal in têkiliya Tirkiyê bi Îsraîl ra di her warî da, ji têkiliyên dîplomatîk û leşkerî bigire, heta bi yên bazirganî, aborî, kulturî, yanî di her warî da heye.

Lê ev Tirkiye dixwaze Bahreyn, dewletên erebî Îsraîl nas nekin.

Wezareta karên derva ya Tirkiyê ji bo ku Bahreyna Erebî bi Îsraîl ra têkiliya dîplomatîk daniye, Behrayn bi şîdet protesto kiriye, gotiye têkiliya bi Îsraîl ra xiyaneta bi doza Filistîn ra ye, em vê yekê şermezar dikin.

Hela hûn bala xwe bidin van tirkên bêrû, bêheya, çer Îsraîl çê bû, wan nas kir. Ev 71 sal in di her warî da têkliyên wan bi Îsraîl re heye, lê dîsa jî ji Bahraynê ra dibêje gerek tu bi Îsraîl ra têkliya dîplomatîk daneyne.

Bêexlaqî, bêedebiyeke ji viya mestir nabe, dixwazin bi demagojiyê ereban bixapînin û karê xwe bimeşînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar