Mêrê kurd gava bi yeka tirk ra dizewice, di cî da dev ji zimanê xwe berdide, zimanê wî yê malê dibe tirkî.
Ne bi xanima xwe tenê ra, bi zarokên
xwe ra jî bi tirkî dipeyive.
Tu carî nayê bîrê ji xanima bixwaze ew jî zimanê wî hîn bibe.
Jina kurd bi tirkekî ra dizewice, ew jî dev ji zimanê xwe berdide û zimanê wê
jî dibe tirkî. Ew jî bi zarokên xwe tirkî dipeyive.
Tirkiya wê pir xerab be jî viya dike…
Yanî ne mêrê kurd û ne jî jina kurd wek jin û mêrên tirkan li zimanê xwe xwedî
dernakeve, bi dilxwazî û bi kêfxweşî dev ji kurdî berdide û teslîmî
asîmîlasyona tirkî dibe.
Jin û mêrên tirk, tirkî bi darê zorê naxin devê wan, yên me bi dilxwazî tirkî
dikin zimanê xwe û zarokên xwe.
Sebebê vê yek jê, em xwe biçûk dibînin, em ji xwe, ji zimanê xwe, ji miletê
xwe, ji kultura xwe hez nakin; ji bo wê jî pir rehet, bi dilxwazî dev jê
berdidin.
Sebebekî din jî hestên kurdayetiyê, nasyonalîzim bi me ra, bi zana û xwendayên me ra pir zeîf e, xwe layiqî tiştekî nabînin.
Helbet hin îstîsna hene, lê piranî wiha ye, ji bo ku xwe û zimanê xwe bêqîmet
dibîne, zû dev jê berdide.
Zimnê xwe layiqî axaftinê, parastinê nabîne.
Zimanê xwe, kultura xwe wek paçekî, potikekî kevnî qilêrî dibîne, di fersenda
pêşî da davêje û xwe jê xelas dike.
Tirkên li Ewrûpayê bi xerîban ra zewicîne, çi jin, çi mêr, pir hindik, miheqeq
ew tirkî fêrî wan kirine, fêrî zarokên xwe kirine.
Lê em kurd ne wiha ne, em bi kê ra bizewicin dibin wek wan, zimanê wan dikin
zimanê xwe û zarokên xwe.
Çimkî em wek afrîqiyan xwe biçûk dibînin, xwe milet nahesibînin, zimanê xwe
bêqîmet dibînin, siyasetmedaran hest û şiûra milî bi me ra xurt nekirine.
XXX
Avabûna dewleta Îsraîl ji alî Neteweyên Yekgirtî di 14ê
gulana 1948a da hat qebûlkirin.
Deh mehan piştî avabûna Îsraîl, Tirkiyê di 28ê adara 1949a
da Îsraîl resmî nas kir.
Û ev 71 sal in têkiliya Tirkiyê bi Îsraîl ra di her warî da,
ji têkiliyên dîplomatîk û leşkerî bigire, heta bi yên bazirganî, aborî, kulturî,
yanî di her warî da heye.
Lê ev Tirkiye dixwaze Bahreyn, dewletên erebî Îsraîl nas
nekin.
Wezareta karên derva ya Tirkiyê ji bo ku Bahreyna Erebî bi
Îsraîl ra têkiliya dîplomatîk daniye, Behrayn bi şîdet protesto kiriye, gotiye
têkiliya bi Îsraîl ra xiyaneta bi doza Filistîn ra ye, em vê yekê şermezar
dikin.
Hela hûn bala xwe bidin van tirkên bêrû, bêheya, çer Îsraîl çê
bû, wan nas kir. Ev 71 sal in di her warî da têkliyên wan bi Îsraîl re heye, lê
dîsa jî ji Bahraynê ra dibêje gerek tu bi Îsraîl ra têkliya dîplomatîk daneyne.
Bêexlaqî, bêedebiyeke ji viya mestir nabe, dixwazin bi
demagojiyê ereban bixapînin û karê xwe bimeşînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar