Tiştek êdî min pir aciz dike, berê jî min çend caran li ser nivîsî, lê pere nekir, êzê careke din jî dubare bikim.
Ez ji hin kesan tiştekî fêm nakim. Tu dibêjî belkî mêrik bavê kurdî ye, alimê cîhan e, ya jî bekçiyê zimanê kurdî ye.
Li gorî wî kî bi kurmancî peyvekê ”şaş” binivîse, tavilê tiliya xwe jê ra li ba
dike, destê xwe dixe qiriqê, dibêje hooop, hooop, tiştê te gotiye şaş e, bi
kurmancî meriv wiha nabêje, wiha dibêje…
Hela hela, yaho ma tu bekçiyê kurmancî ye, çi ji te ra kî çawa dinivîse?
Lê nizane tiştê rexne dike rast e û tiştê ew dibêje şaş e.
Hinekên rexnegiran îmleya kurmancî jî nizanin, lê dîsa jî diwêrin tiliya xe ji
xelkê ra li ba kin, şîretan li xelkê bikin û bibêjin ev şaş e, ev rast e…
Min tu carî nedîtiye kes şaşiyên rastnivîsa tirkî rexne bike, bibêje bi tirkî
wiha nayê nivîsîn, wiha tê nivîsîn.
Di nava tirkan da jî ez tu carî rastî rexneyeke wiha nehatime. Min qet nedîtiye di
medyaya sosyal da tirk zimanê hev rexne bikin.
Di nava swêdiyan da jî fenomeneke wiha tuneye, min qet nedîtiye swêdî ji hev
ra, ya jî ji xerîbên swêdî şaş dinivîsin ra bibêjin bi swêdî wiha nayê nivîsîn.
Rexneya zarokan tenê di nava kuran da heye, ev jî tiştekî ne xweş û hin caran dibe sebê minaqeşeyên ne xweş û dilsariya nabêna însanan.
Minaqaşeya vê gelşê hin cî û platformên din in û ji alî lînguîst û fîlologan ve tê kirin. Meriv bi heq be jî, dibê hema di nivîsa kê da şaşîya dît rexne neke. Moralê însanan xera dibe.
Lê hin kurdên me gava fêrî nivîsîna kurmancî dibin xwe zimanzan dibînin.
Lema jî di kurdî da yên zimandirêjiyên wiha dikin pir in, li gel ku ew bi xwe
gelkî nezan in, lê dîsa jî pir rehet xelkê rexne dikin.
Lê em ferz bikin ku yekî şaş nivîsîye û tiştê ew dibêje jî rast e, lê dîsa jî yê
xwe zanibe ji ber ku yekî gotinek şaş nivîsîye, jê ra nabêje ”hop hop”, te şaş
nivîsîye !
Şaş nivîsîye, nenivîsîye, çi ji te ra ?
Ma tu bekçiyê kurmancî ye?
Ma gava kurdek bi tirkî şaş dinivîse,(yên şaş dinivîsin pir in)tu tavilê bi
gewriyê digrî, tu jê ra dibêjî bi tirkî wiha nayê nivîsîn?
Heger şaşiyeke pir mezin e, pir muhîm e, jê ra şexsî binivîse, bibêje bira, ev
gotin ne wiha, wiha tê nivîsîn.
Gelî xwişk û birayên ezîz, werin vî pîşikê xwe yê ne xweş, yê însanan ji kurdî,
nivîsîna kurdî sar dike berdin, eyb e, bela xwe di xelkê nedin.
Kî çawa dinivîse bira binivîse. Dewleta me tuneye, me kesî kurdî li zanîngehên
bilind nexwendiye, her kes bi xîret û hewildanên xwe yên şexsî nivîsîna kurdî
fêr bûye.
Ya din wek zimanên din kurmanciyeke standart jî tuneye, lehçe û devokên me cihê
ne, tesîra tirkî, erebî û zimanên din li ser zimanê me pir e.
Gelekên me nîvasîmîle bûne.
Di halekî wiha da normal e însan wek hev nenivîsin, ya jî hin şaşiyên îmlayê
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar