Heger her nivîskarî û rojnamegerî baş li sitranên gelêrî, guhdarî bikira, yên nivîskî bixwenda, baş bala xwe bida zimanê wan sitranan, çîrok û metelokan, ez wer bawer dikim ewê kurdiya wî/wê gelkî baştir û tekûztir bibûya.
Meriv bixwaze, nexwaze kurdiya me ketiye bin bandora tirkî, tirkî zimanê me seqet, kel û kût kiriye.
Ji bo ku însan ji berhemên edebî baş fêm
nakin, jê tahm û lezetekê nagrin naxwînin. Kurdiya herî rast di sitran, çîrok û
metelokên gelêrî da, di zargotina gelêrî da ye.
Yê dixwaze romana xwe, çîroka xwe, meqaleya xwe bi rastî bi
kurmanciyeke ne şaşomaşo, bi kurmanciyek tekûz, şîrîn binivîse, dibê tekstên
stranan bixwîne, zargotina kurdî ya gelêrî bixwîne. Nuha li ber destê me ji wan
berheman gelek hene.
Helim
Yusiv: Hin stiranên me yên gelêrî hene dilê mirov dixelînin û dihêlin mirov
nefretê ji dîroka xwe ya civakî bike. Nexasim yên li ser evîn û têkiliyên cinsî
bi zarokeke çardesalî re. Stirana Mitran Îsa weku mînak.
Zinarê
Xamo: Helîm, bi kurmancî bi hezaran sitranên gelêrî hene, di nava wan da di
warê tema û naverokê da yên şaheser jî hene û yên meriv xemgîn dikin jî.
Lê nivîsa min ne li ser babetên sitranan e, min bal
kişandiye ser zimanê stran, çîrok û metelokên kurmancî. …
Zinarê
Xamo: Baş e Helîm, min fêm kir, mala te ava...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar