Adnan Firat Bayar, pir kin, bi çend numûneyan qala çavsorî û zorbatiya dewletê ya li Diyarbekrê kiriye.
Gotiye li bajêr bi her stûna lampeyên kolanan ve aleke tirk
û rismekî Erdogan heye.
Li Sûrê ala tirk bi ser her dikanê ve kirine.
Serê her gavê ”aqrebek”, erebeyên pûlisan, leşker û pûlis.
Ji bo ku nîşanî me bidin welatê me di bin dagirkeriya wan da
ye û em jî bindestê tirkan in vê zorbatiyê, vê irqçîtiyê, vê çavsoriyê li me
dikin. Tiliya xwe jî, ala xwe jî di çavê me ra dikin.
Tişt nabe, ewê rojek were emê jî tiliya xwe di çavên ra kin û çavên wan derxin…
HDP li Tirkiyê hîn qala "demokrasiyê, siyaseta
demokratîk, huqûq, edaletê", filan bîvan dike.
Şerm e, dibê meriv xwe heqasî jî neke pêkenîn.
Kurdê ji vê rejîma faşîst û neyarê miletê kurd demokrasiyê,
heq, heqûq, edaletê bipê ya dîn e, ya jî totikvala ye. Celad, neyar adil nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar