13 juni 2024

Hêvî dikim keda me bi avê da neçe

Ez û xanim îro çûn Hornbachê, me tibabek pel û pincar, biharetên teze kirîn, anîn li hewşê çandin. Ji bexdenosê bigire heta bi kişnîşê,pûngê, nahnê çi hebû, me ji gişan kirî.
Hêviya me ew e êdî biharatên me ji malê bin.
Me şitlek firingî(şamik)jî kirî. Belkî firingiyên me jî êdî organîk û ji malê bin.

Pir xweş e meriv dagere hewşa xwe, hişinayiyên xwe biçine û zeleteyê xwe çêke.
Tiştê ji me hat me kir, hêvî dikim keda me bi avê da neçe, em jê bixun...

XXX

-Insan û civat dema li dawiya xwe nefikirin, bi taliya xwe ra mijûl nebin xemgînî û zirarên wan pir mezin dibin.

Confucius

Gerek em li paşeroja xwe bifikirin,wiha here,halê me ev hal be piştî 30-40 salên din ewê çi were serê me?

Ji bo ku em nebin tirk dibê em zimanê xwe biparêzin.

XXX

Îro roj welatparêzîya herî muhîm meriv bi zarokên xwe ra kurdî bipeyive, tirkî neke zimanê malê, xwendin û nivîsandina kurdî bizanibe, li çarşî û bazarê alvêra xwe bi kurdî bike, siyasetê bi tirkî neke, xelkê teşwîqî kurdî bike. Ev ne karekî zor e, her kes kane bike.

XXX

Steve Bîko gotiye:

”Kesên sipî him pihînê davêjin ji qûna me da, him jî li hemberî vê pihînê dibê em reaksiyoneke çawa nîşan bidin dîkteyî me dikin.”

Ev gotin ji bo me kurdan jî sedîsed rast e. Mêrikan him zulmeke nedîtî li me dikin, him jî emê çi bibêjin, çi nebêjin, reaksiyona emê nîşan bidin dîkteyî me dikin.

Gelekên me jî bi zanîn ya jî bi nezanî xwe întîbaqî vê daxwaza wan kirine.

Zulmê, bindestiya salan û korfahmiya siyasetmedarên me, em bêhiş û sernerm kirine, em kedî kirine.

Em zulma wan, emir û daxwazên wan êdî normal dibînin, qet îtîraz nakin.

XXX

-Heger hûn dixwazin miletekî bikin êsîr berî her tiştî ziman û muzîka wî dejenere bikin.

//Konfuçyus

Tirk jî mêrikan serê salan e viya dikin, ji bo ku kurdan teslîm bigirin û hêdî hêdî bikin tirk zimanê wan qedexe dikin. Ziman here ne muzîk dimîne, ne jî edbîyat. Miletek bi zimanê xwe, bi muzîka xwe, bi folklora xwe dibe miltekî serbixwe û ji miletên din cihê dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE