08 juni 2024

Salîha Aydenîz: Hûn li Kurdistanê dagirker in !


Parlamentera partiya DEM´ê ya Diyarbekrê Saliha Aydenîzê di meclîsa Tirkiyê da axaftineke pir hêja, tarîxî kiriye. Ez Saliha xanimê ji bo vê axaftina wê ya hêja, ji bo vê wêrekiyê wê pîroz dikim. 

Di axaftina xwe da ji berpirsiyarên hukûmetê û dewletê ra gotiye:

-Bi vê siyaseta xwe ya neyartiyê hûn li Kurdistanê dagirker in. Hûnê di binê dijminatiya xwe da bimînin.

-Huqûqa hûn ji kurdan ra rewa dibînin huqûqa dagirkeriyê ye.
-Hûn ji Ûşaqê hatine wer bawer dikin hûnê çiyayê, kevirê, zimanê Colemêrgê biguherînin? Wele hûn xwe dixapînin û ne hedê we ye jî.
-Hûn dixwazin qeyûm tayinî Efrînê jî bikin. Tiştê hûn ji kurdan ra rewa dibînin huqûqa dagirkeriyê ye. Qeymeqamê Efrînê îdare dike jî qeyûm e, ne meşrû ye.
-Dibê em vekirî bipeyivin, hûn kurdan hemwelatî nabînin, hûn heqê hilbijêriyê û hilbijartinê ji destê wan digrin.
-Ne li Tirkiyê tenê, li başûr referandûm we nerehet dike.
-Li Kerkûkê hilbijartin we nerehet dike.
-Li Rojava hilbijartin we nerehet dike. Çimkî hûn naxwazin kurd xwe îdare bikin, hûn pê nerehet dibin.

Beşekî axaftina Salîha Aydenîz xanimê di malpera Arif Zêrevan a platforma X´ê da heye. Miheqeq li hin derên din jî meriv kane lê gudarî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE