18 juni 2024

Berê dibê meriv zimanê miletê xwe fêr bibe

Meriv çiqas zimanî bizanibe baş e, bi feyde ye. Zirara zanîna zimanan tune ye. Her zimaneke merivek e.

Lê meriv çiqas ziman bizanibe jî heger zimanê miletê, kurdî xwe nizanibe kêmasiyeke pir mezin e.

Berê dibê meriv zimanê miletê xwe bizanibe, dûra zimanê miletên din fêr bibe.


Ev yek li ba gelekên me belovacî wê ye, gelek kes bi çend zimanan zanin lê bi kurdî nizanin. Viya jî ji bona xwe wek kêmasiyekê nabînin.

Lema jî ji bo rastkirina vê kêmasiya xwe naxebitin.

XXX

Profîleke bi navê ”Sîvas kurdu” heye. Gav û seetê parvekirinên fêsadiyê parve dike. Bi twîttên xwe kurdên elewî û sûnî bera pêxîla hev dide, bizrê kîn û nefretê di nabêna kurdan da diçîne.

Parvekirinên wî ez pir nerehet kirim.

Ez naxwazim kurdan bloqe bikim, lê vî merivî fêsadî ji xwe ra kiriye kar. Lema min ew bloqe kir, naxwazim gav û seetê wan gelaciyên wî bibînim.

Belkî jî merivê dewletê ye, ev wezîfe dabin wî. Tiştê wiha jî mimkûn e.

Bela xwe wer di kurdên misilman dide. Di her twîtta xwe da kurdên misilman dixe binê erdê, yên elewî bi asîmanan dixîne. Yên misilman jî bersîvê didinê û teşxele dest pê dike.

XXX

Hin kes, hin qelem tim qala teşxelê, qala hin bûyer û têkliyên meriv naxwaze xwe tê bigerîne dikin.

Gava meriv bi xwe problem e, digere, digere merivê nerind dibîne.

Hin qelem bi piranî qala başiyê, hin jî qala tevliheviyê û xerabiyê dikin.

Dinya bêfêsad û gelac nabe, ewê tim hebin. Meriv nikane wan biqedîne, lê kane xwe ji wan dûr xîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE