17 juni 2024

Hesinê xam îskar nabe

Mewlane gotiye, ”qijik bi gerra di bexçê gulan da nabe bilbil.” Qijik di qefesa zêrîn da be jî qijik e.

Her kesê dibe serok, dibe xwedî maqam, her kesê deng dide, meşûr dibe nabe însan.

Hesinê xam îskar nabe, ji hesinê pîs şûrê baş çênabe, ji çavê kûr hêsir nayê. Kurmê şîrî heta pîrî.

XXX

Li gorî serokê Odeya Qahwexaneyan li Amedê 809 qahwexaneyên qeydkirî hene. Belkî yên neqeydkirî jî hene.

Di nav 16 mehên dawî da 218 qahwexane hatine girtin.

Çimkî çay û qahwe biha bûye, însan êdî wek berê naçin qahwexaneyan.

Esas kêmbûna qahwexaneyan baş e, însan neçin bi saetan, ji sibê hetanî êvarî li qahwexaneyan rûnenin, bi kaxet û keviran nelîzin belkî bixwînin, belkî wexta xwe bidin mijûliyeke bi fêde.

Lê heger li Kurdistanê qahwe werin girtin ev tê wê maneyê feqîrî pir zêde bûye.

XXX

Çavê hin camêran tenê kêmasî û şaşîyên xelkê dibînin, guhên wan tenê qusûrên xelkê dibihîzin. Bêyî kêmasî û qusûrên xwe bi her tiştî zanin.

Xwezî meriv haj ji kêmasî û qusûrên xwe jî hebûya. Ew jî mezîyeteke baş e.

XXX

-Yê her derdê xwe dibêje bêqîmet dibe.

Yê bi her kesî baweriya xwe tîne di rê da dimîne.

Yê her sirriê xwe îfşa dike tenê dimîne.

Yê her tiştê zane dibêje cahil tê qebûlkirin.

///Farabî

XXX

-Ez dûr û dirêj li heywanan dinêrim, yek jî li ber yê ji cinsê xwe bi conga ve nakeve erdê.

Walt Whitman

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE