Erê havîn xweş e, lê meriv hinekî tembel dike. Stockholm 28
derece germ e, ez û xanim li hewşê di binê terasê da rûniştine, ji hev ra qala
bîranînên rêwîtiya xwe ya Kurdistanê dikin.
Binê terasê sî ye, honik e. Carnan bayekî honik tê, meriv mest dike. Meriv naxwaze destê xwe bavêje karekî.
Li ber vî bayê honik xewa meriv tê. Tam wext e meriv here têkeve avê, lê di xwe ra nabînim. Xanim ji xwe ji tiştên wiha direve. Ez jî ne ajnêber im, tenê xwe di bin va dikim û dertêm.Swêd zû bi zû hewqasî germ nabe. Germîyanê çend rojên din jî dom bike...
Ez zanim Kurdistan nuha germtir e, Amed, Riha, Mêrdîn û
Wêranşar nuha ji germê dişewitin. Em zû filitîn.
XXX
Min dixwest îşev qala maça Tirkiyê û Çekiyenê û ya Portekîz
û Gurcîstanê bikim. Lê netîceyên herdu maçan jî ne li gorî dilê min e, lema jî
ez naxwazim qala yekê jî bikim.
Min li maça Tirkiyê û Çekiyenê temaşe nekir, lê Gurcîstanê
serketin heq kir. Gurcîstan ji Portekîzê pir xurttir bû, lema qezenc kirin.
XXX
-Tu çi bikî jî tu yê poşman bimrî, belkî ji ber tiştên te
kirine, belkî ji ber tiştê ne nekirine.
Dostoyewskî
-Însan çiqasî hindik bifikire, hewqasî zêde dipeyive. Îspata
cahiliyê ya herî mezin ev e.
XXX
-Demokrasî karê perwerdeyê ye. Bi girseyên bêperwerde ra
derbasbûna demokrasiyê dibe olîgarşî. Dewam bike demagog çêdibin. Ji demamogan
jî dîktator dixuliqin.
Platon
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar