14 juni 2024

Almanyayê Îskoçya pelixand, 5-1


Kupaya Futbolê ya Ewrûpayê îro li Almanyayê dest pê dike. Îskoçya û Alamanya seet di 21.00´ê da li Munîhê tên hemberî hev. Bîsteke din emê bibînin kî boxe ye, kî beran e?

Gelek kes dibêjin ewê Îskoçyayê qezenc bike.

Yek jî ne taximê Kurdistanê ye, lema kîjan qezenc dike ji bo min ne muhîm e. Kîjan taxim xweş bilîze bira ew qezenc bike.

Qey rojekê di kûpayeke wiha da temaşekirina taximê Kurdistanê ewê bibe qismetê me kurdan jî.

XXX

Almanya 3-0 li pêş e. Îskoçî bi vê lîstika xwe ya hetanî nuha ji bo almanan loqekî biçûk xuya dikin. Heger 45 deqên mayî jî wiha bilîzin ewê çend golên din jî bixun.

Him parastina îskoçan, him jî golciyên wan zeîf in, top tim di nigê almanan da ye. Alman pir xweş dilîzin.

Lîstikvanê Almanyayê Denîz Undav hemşeriyê min e, ji Wêranşarê ye, êzdî ye. Pir kêfxweş bûm.

Almanyayê 5-1 maç qedand. 45 deqê pêşî 3-0, dûra bû 5-1. 

Hekem 3-4 golên Almanyayê jî şewitand.

Golê Îskoçyayê wan navêt, lîstikvanê Almanyayê Antonio Rudiger di deqa 87´a da avêt ji qela xwe da. 

Lê baş bû, qenekê golekî wan jî çêbû.

XXX

-Cesareta te ya tu bidî dû hebe, hemû xewn û xeyalên te bi rast digerin, dibin rastî.

Mêrê tirsonek bi sîngên gewr û boz şa nabe.

-Tu hinekan didî ser serê xwe, ji ciyên xwe hez nakin, pêwîst e tu bigirî binê nigê xwe.

 XXX

Vêsê kompîtora min viz bû, viz bû, venebû, hinekî nazdarî kir. Min update kir, bîstekê çû hat, çû hat, vebû.

Miheqeq derdekî wê, gelşeke wê hebûye lema çip û venebû.

Alet jî wek însên in, carnan nerehet dibin, piştî umrekî nexweş dikevin û dimrin. Ya min hîn nehatiye ber mirinê, lê carnan nexweş dikeve. Hêvî dikim zû nemre, umrê wê dirêj be.

XXX

Terefdarên HUDAPAR´ê do êvarî li Amedê, li Tema Parkê kom bûn, tekbîr anîn û lê nimêj kirin.

Du roj berê li wê parkê êrîşî kesên dans dikirin kiribûn.

Cîgirê Hudaparê yê Amedê Yahya Ugraş di axaftina xwe da gef li kesên wek wan nafikirin xwar. Axaftineke pir talûke kir.

Diyar e Hudapar neguherîye, hîn Hizbullaha berê ye.

Tiştê Hudapar dike pir şaş e, pir talûke ye. Amed û parkên Amedê ne mala Hudaparê ye, kes ne mecbûr e wek Hudaparê bijî, wek wan fanatîk be.

Per bi Hudaparê ve hatiye, bi piştgiriya dewletê xelkê terorîze dikin, ev ne rast e, dibê dev ji zorbatiya xwe berde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE