07 juni 2024

Dawiya Ewrûpayê baş xuya nake

Ewrûpiyan berî nuha bi sedsalan li Afrîkayê, li Asyayê gelek welat dagir kirin, bi salan li wan welatan man. Lê dûra ji hemûyan vekişiyan.

Nuha jî dora miletên wan welatan e, îcar ew Ewrûpayê dagir dikin.
Lê ne bi şer, bi koça bi zor Ewrûpa Rojava dagir dikin. Di rastiyê da ev koç jî şiklekî dagirkeriyê ye.

Li pişt vê dagirkirina Ewrûpayê hin dewlet, hêzên îslamî hene. Dixwazin li Ewrûpayê kaosê peyda bikin, heyfa xwe bigirin.

Ewrûpî ji derên dagir kiribûn vegeriyan welatên xwe, lê dagirkerên Ewrûpayê ewê tu carî venegerin welatên xwe. Ne ew vedigerin, ne jî ewrûpî kanin wan ji welatên xwe derxînin. Ne kanin bi zor, ne jî bi rehetî.

Ji Afrîka û Asyayê koça bi hezaran nasekine, ev yek ewê bibe sebebên bûyerên gelkî ne xweş. Li Ewrûpayê rewş roj bi roj berbî aloziyên mezin ve diçe.

Li Ewrûpayê rewş xera bibe hin miletên xwedî dewlet mimkûn e vegerin welatên xwe, lê piranî, bi taybetî jî Afrîqî venagerin.
Çanqala bavêjin ji canên wan da jî venagerin.

Li Ewrûpayê miletê herî bêtir perîşan bibe kurd in, zarokên me ne. Çimkî em miletekî bêdewlet in, dereka em pêda herin tune ye, kesê me biparêze tune ye.

Berê kesên li welatên xwe marûzî zulmê, îşkencê dibûn Ewrûpa ji bo wan ciyekî sitarê bû, direviyan Ewrûpayê, li wir disitirîn. Nuha bere, bere  ev îmkan jî ji destê kesên siyasî diçe.

Mesela em kurd tenê li Ewrûpayê sitirî ne, li Ewrûpayê em ji kuştinê, ji qetlîaman filitî ne.

Lê ji ber koça zêde Ewrûpa êdî dev ji wê xusûsîyeta xwe ya sitariyê, ji demokrasiya xwe, ji humanîzma xwe berdide, qanûnên îltîcayê zahmet dikin derdixin, yanî Ewrûpa jî êdî nabe hêlîna revê û sitatê, ew jî gav bi gav dibe wek welatên misilman û Afrîkayê.

Bi milyonan koçberên misilman hatine Ewrûpayê entegre nebûn, nebûn ewrûpî, ji dêlî wê va wan Ewrûpa guhertin, kirin wek welatên xwe.

Ewrûpa berê, kultur, demokrasî û azadiya berê li Ewrûpayê hebû hêdî hêdî diqede, ewê tenê di kitêbên tarîxê da were xwendin.

Ew welatên xweş, azadî, demokrasiya ji bo her kesî lê hebû hêdî hêdî dibe xewn, piştî 20-30 salên din emê Ewrûpa kevn di kitêbên tarîxê da bixwînin.

Siyasermewdarên ewrûpî tevizîne, nizane çi bikin. Ji bo ku mohra rasîzmê li wan nekeve, li îslamîzebûna welatên xwe temaşe dikin. Mesela Swêd gav bi gav dibe  welatekî ereb, afrîqî, misilman. Serkêş û musebîbên viya jî hêzên çep in.

Swêd bûye welatekê tirsê, welatekî çete lê didin cirîtê. Her kes, lê bi taybetî jî jin ji ruhê xwe ditirsin.

Li Swêd zarokên 12-13 salî hevdu dikujin, hevdu gulebaran dikin. Zarok zarokan dişêlînin, solên wan, kincên wan jê dikin. Êdî kes newêre montekî marqe li xwe ke, li zarokên xwe ke.

Ji bo ku bi irqçîtiyê, bi neyartiya xerîban neyên sûcdarkirin siyasetmedar li guherîna demografiya welatê xwe, li zêdebûna çeteyan temaş dikin, tedbîrên cidî nagirin.

Piştî çend nifşên din Swêd, Îngiltere, Fransa, Almanya û hin welatên din ewê ne welatekî xiristiyan bin, îslam ewê bibe dînê resmî.

Misliman wek xiristiyanan ewê ne demokrasiyê, şerîetê bicî bikin, ewê serê xwe li hemberî zext û daxwazên hêzên çep netewînin.

Li welatên xwe çi tînin serê jinan, kesên çep, kesên ne misliman li Ewrûpayê jî ewê eynî tiştî bikin.

Hêzên çep, demokrat çi bikin jî ewê nikanibin zora hêzên îslamî û misilmanan bibin. Îspata vê yekê rewşa wealtên îslamî ne.

Berê însan ji ber zulmê, ji ber feqîriyê direviyan Ewrûpayê, li wir disitirîn. Lê ew Ewrûpa hêdî, hêdî diqede, êdî dereke kesên ji ber zulmê direvin lê disitirin namîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE