06 juni 2024

Çep û lîberalên ewrûpî çima alîkariya me kurdan nakin?

Çep û lîberalên ewrûpî ji bo filistîniyan, li dijî Îsraîl bi şev û roj wer di hereketêda ne. Ji bo filistîniyan xwe perçe dikin.

Teror û qetlîama Hamasê ji nedî va tên, tu carî meşekê, protestoyekê li dijî Hamasê, Hizbilahê çênakin.

Halê me kurdan li Tirkiyê, li Îranê û li Kurdistana Rojava ji halê filistîniyan ne baştir e.

Welatê me jî di bin dagirkeriyê da ye, gund û bajarên me jî tên bombekirin, em jî tên kuştin, bi sedhezaran bi çol û çepelan ketine, serê salan e em li welatê xwe di çandir û kampan da.

Lê çep û lîberalên ewrûpî rojekê ji rojan ji bo me Tirkiyê, Îranê protesto nakin, ji bo me jî li kuçe û kolanên Ewrûpayê xwe bi hev va girê nadin.

Hal û karê wan neyartiya Îsraîl û piştgiriya filistîniyan e, wek şûr tim li pişta filistîniyan û Hamasê ne.

Qetlîam û terora Hamasê normal dibînin, jê ra çavên xwe digrin, lê eynî eynî toleransê li hemberî PKK´ê nîşan nadin.

Min ev heyranî û sempatiya çep û lîberalên ewrûpî ya li hemberî filistîniyan û rêxistinên wan ên terorîst fêm nekir, nizanim vana çi di xwe dane, çima bi çep û lîberalên, dîndarên ewrûpî hewqasî şîrîn in?

Heger mesele bindestî be, dagirkerî be em kurd jî bindest in, welatê me jî hatiye dagirkirin, Tirkiye her roj welatê me jî bi droneran bombebaran dike,çend kurdan dikuje.

Çep û lîberalên ewrûpî rojekê êrîş û terora Tirkiyê protesto nekirine û nakin jî.

Li dera Hamas lê hukimdar e dzerreya azadiyê, demokrasiyê, wekhevîyê tuneye. Mafê xiristiyanan, yê jinan, yê fikrên cihê ji bin da tune ye. 

Çep û lîberalên ewrûpî viya baş zanin, lê dîsa jî wek leşkerên Hamasê û filistîniyan neyartiya Îsraîl dikin.

Li Îsraîl filistînî xwedî gelek maf in, li Xezayê, li Şerîa Rojava, li tu welatekî ereb cihû, xiristiyan ne xwediyê mafekî herî biçûk in jî. 

Çimkî ereb bêyî xwe, bêyî dînê îslamê mafê jiyanê nade tu miletekî din, tu dînekî din. Her kesî bi darê zorê bêdeng dike, dihelîne, bi çolan dixîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE