19 december 2023

Ricayeke min ji ciwanên me heye

Ji we keç û xortên hêja, miletperwer ra pêşniyareke min heye. Ez naxwazim bibêjim şîret, wek pêşniyarekê, wek temî û ricayekê qebûl bikin.

1-Heger hûn dixwazin zarokên we durre û asîmîle nebin bi tirkan ra nezewicin.

2-Bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, bi destên xwe zarokên xwe asîmîle nekin. Dema zarok mezin dibin, bi kurdî nizanin şerm dikin. 

Nezanîna kurdî tesîreke pir ne baş li ser şexsîyeta zarokan dihêle, wan ji qewmê wan dûr dixe. Musebîb û sûcdarê vê yekê jî wek dê û bav hûn in.

3-Miheqeq xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin. Şerm e kurdek nizanibe bi kurdî bixwîne û binivîsîne.

4-Tarîx û edebîyata kurdî bixwînin. Pir, hindik bira haya we ji tarîxa we, ji edebîyata we hebe. Kilasîkên xwe, serok û mezinên ji bo kurd û Kurdistanê şehîd ketine, hatine îdamkirin nas bikin, 

5-Heta ji we tê guhê xwe bidin ser zaravayên kurdî yên din; hewil bidin zazakî, soranî hinekî fêr bibin, jê fêm bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE