01 december 2023

Îro min kar kir

Îro min û dostê xwe yê hêja Xelîlê Duhokî, di vê sar û sermayê, berf û tozanê da li Stockholma xopan xwe gîhand hev.

Me li pastexaneyeke sakîn bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û pê ra jî sohbeteke germ, mişt kovan û xem kir.

Ji zûda bû me soz dabû hev, em rojekê hevdu bibînin û bîstekê sohbet bikin, derdên xwe yên ketine ser hev ji hev ra bibêjin. Bi xêra însîyatîfa wî îro me ev soza xwe anî cî.

Ew çûbû welêt, demeke dirêj e li welêt bû. Min xwest di heqê rewşa Kurdistanê da hin pirsan jê bikim û li çavdêriyên wî guhdarî bikim.

Kekê Xelîl merivekî rastgo ye, xwe sansor nake, çi dîtibe, çi bihîstibe wiya dibêje.

Mixabin min tiştekî dilxweşkir jê nebihîst, ew jî weke min ji rewşa heyî ne razî ye, bêhêvî ye û bi tirs e. Ji tiştê xuya, li ber çava ra şahid û delîl ne lazim e.

Tiştê ez dibînim rewşa Kurdistana Başûr di her warî da gelkî xerab e û ez bawer nakim baştir bibe. Hêvî dikim xerabtir nebe.

Jixwe meriv li kê gudarî dike eynî tiştî dibêje, milet pir bêhîvî  û bêmoral e.
Hêviya her kesî ew e Amerîka kanibe zorê bide YNKê û PDKê, pêşmergeyên wan têxe bin emrê hukûmetê.

Amerîka ev demeke ji bo vê yekê dixebite, lê hîn tiştekî berbiçav, konkret li fêzê tune ye.

Herdu alî jî tim dibêjin erê, lê di gotinê da dimîne, gaveke berbiçav navêjin.

Yanî naxwazin pêşmergeyên xwe têxin bin emrê hukûmetê.

Çimkî bi wan pêşmergeyan kursiyên xwe diparêzin. Hêvî dikim vê carê Amerîka bikanibe wan mecbûrî avakirina artêşeke netewî bike.

Kekê Xelîl camêr sê kitêbên xwe jî bi xwe ra anîbûn, ew jî dan min. Mala camêr ava be. Pir kêfxweş bûm. Navê yekê:

Kekê Xelîl camêr sê kitêbên xwe jî bi xwe ra anîbûn, ew jî dan

min. Mala camêr ava be. Pir kêfxweş bûm. Navê yekê:


-Çend stêrên geş di esmanê helbesta nû ya kurdî de.

Soranî ye.

-Helbesta hevçerx ya kurdî 1

-Mirov û welat di helbestên Refîq Sabir de


Kekê Xelîl şair û nivîskarekî berhemdar e, bêyî berhemên xwe,

gelek şairên soran jî bi me kurmancan

daye naskirin.

Ji bo van xebatên hêja mala wî hezar carî ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE