Mihemed Şarman li ser kitêba şairê ciwan Armîn Temerzade (Pirtûka baranê) analîzeke muhteşm kiriye. Min bi heyraniyeke mezin xwend.
Nivîs di malpera Botan Timesê da him wek nivîs heye, him jî di Botan Podcastê
da meriv kane lê gudarî bike.
Min bi zewq û heyranîyeke mezin xwend, lê gudarî kir.
Mihemed Şarman nivîskarekî ez nivîsên wî bi kêfxweşî dixwînim û tim jî zewqeke
mezin jê digrim.
Mihemed Şarman, Armîn Temerzade wiha daye nasîn:
”Armîn Temerzade, helbestvanekî ciwan e (1999) û ji rojhilatê Kurdistanê ye. Di gel ciwaniya xwe, Armîn Temerzade hay ji hemî dever û parçeyên kurdistanê heye. Xort û ciwanekî di vî temenê xwe de behsa karaset û meseleyên pir giran yên polîtîk û civakî dike; geh Robozik, geh Geliyê Zîlan, geh kuştina Jîna Emînî, geh erdheja li Bakur…
Meriv xwe bi xwe re dibêje çi heyf di vî temenî de hewqas karesat li ser milên meriv be û li ber pênûsa meriv bikeve; dîsa meriv dikare bibêje ma pêkan e ku kurd bî, haya te ji van yekan nebe.”
Kêfa Şarman pir ji şiîra Armîn Temerzade ra hatiye, di heqê şiîra wî da jî wiha gotiye:
”Şiarekî xort û ciwan yê di vî temenê xwe de bi derûnî û bi
feraseta xwe bi ser travmayan re baz dide, helbesteke hêvîbexş, -hem bo navê
xwe, hem bo helbesta kurdî- estetîk û kamil derdixe holê.”
Yên dixwazin nivîseke bi tahm û lezet bixwînin û vî şairê xwedî bîr û şiûrekî
xurt nas bikin dibê vê nivîsa Mihemed Şarman bixwînin.
Ya din malpera Botan Timesê bişopînin. Botan Times malpereke hêja ye, ez bi
kêfxweşî taqîb dikim û di her serdana xwe da jê gelek tiştên xweş, tiştên nuh
fêr dibim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar