Jiyan carnan mafê hilbijartinê nade meriv. Meriv mecbûrî şiklekî jiyanê dike; carnan jiyaneka baş dibe par, qismet û nesîbê meriv, carnan jî jiyaneke rezîl û kambax.
Me kurdan ev jiyana bindest, rezîl bi îrada xwe ya azad hilnebijartiye, em mecbûrî vê jiyana bindestiyê ya rezîl bûne. Qederê(felekê) jiyaneka rezîl kiriye para me
Ji bo ku em vê jiyana rezîl, a di bindestîyê da, ya qederê em mecbûr kirine
biguherînin 150-200 sal in em li ber xwe didin, em dixwazin bibin xwedî
dewleteke netewî, lê em bi ser nakevin.
Ji şansê me yê xerab ra, serokên mej î ne tu serok in, ne ew lîderên kanibin miletê xwe ji bin vê bindestiyê xelas bikin.
Axirê, ji me ra ji her alî da xerab hatiye, şansê me carê raketîye, em çi dikin jî kabê me mîr nayê. Lê em mecbûr in vê qderê, vê jiyana rezîl biguherin. Me nikanîbû, hêvî dikim nifşên nuh kanibin ji bin vî barî rabin, miletê xwe azad bikin.
XXX
Meju bi her kesî ra heye. Aqil bi her kesî ra bi qasî hev
tune ye, yê hinekan hindik e, yê hinekan pir e. Yanî her kes ne baqil e.
Kêmaqiliya kesên ne berpirsiyar û ne serok in ne problem e,
zirarê nade civatê. Kêaqiliya wan ji wan ra ye.
Lê gava siyasetmedar, berdevk û serokên partiyekê, miletekî
ne xwedî aqilekî temam bin, aqilê wan ne kîsê wan be, li gorî ajandeyên dijmin
hereket bikin gelşeke mezin e, zirarê din miletê xwe jî.
Gava aqil kêm be, ya jî ji kîsê dijmin be, çav kor dibe,
meriv gorra xwe û gorra miletê xwe bi destê xwe dikole.
XXX
Ji hoste pirsîne, gotine:
-Di jiyanê da îsrafa herî zêde, herî mezin ya te kiriye
kîjan e?
Hoste gotiye:
-Îsrafa min a herî mezin, qedir û qîmeta min da merivên ne
hêja.
Kurdan merivên ne hêjayî qurişekî bûn pir mezin kirin, dan
ser serê xwe. Nuha piranî poşman bûye, lê yên carê mezin bûne biçûk nabin.
Însan jî, civat jî piştî bedelên giran didin, piştî
trajediyên mezin tên serê wan hişê wan tê serî, baqil dibin.
Lê baqiliya dereng jî, zengîniya dereng jî bi kêrî tiştekî
nayê.
XXX
Do êvarî li Stockholmê ji bo bîranîna qetlîama êzdiyan meşek hebû.
12 sal berê di 3ê temûzê da Daîşê li Şengalê êrîşî gelê me
yê êzdî kir, qetlîameke mezin kirin. Bi hezaran jin û keç revandin.
Li Kurdistanê û li her welatê kurd li hene ev qetlîam tê
protestokirin û şehîdên qetlîama Şengalê tên bibîranîn.
Meş û bîranîn seet di 18.00a da li merkeza Stockholmê, li
meydana Sergelstorgê bû, pir dereng bû, ez neçûm.
XXX
Li ser navê Îslamê jin xistine çi halî!
Ji mêran zêdetir gerek jin ji rejîmên weiha, ji îslameka
wiha hevza xwe bikin.
Ev ne însanîyetî ye. Jinên xelkê firiyan e, diçin sitêrkan,
misilman jî jinên xwe dikin êsîr, bi bin konê reş da vedişêrin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar