03 augusti 2026

Pirsa Haham Herbert Samuel û bersîva Einstein

Haham Herbert Samuel Goldsteinê amerîkî di sala 1929a da bi têlgirafekê ji Albert Einstein pirsîye:

”Baweriya te bi hebûna Xwedê heye ya na?"*
Bersîva Albert Einstein wek manîfestoyeke tarîxî ye, gotiye:

"Ez ji Xwedayê Spînoza bawer dikim, yê ku xwe di ahenga qanûnî ya gerdûnê da nîşan dide, ne ji Xwedayekî xwe tevlî çarenûs û kiryarên mirovan dike, bi guneh û sewabên însên yên rojane mijûl dibe.”

Xwedayê Spînoza têgehek(mefhûmeke) felsefî ye, tê da Xwedê û gerdûn yek parçe ye, Xwedê û gerdûn, xweza eynî tişt e, ji vê felsefê ra Panteîzim tê gotin.
Yanî Xwedê ne hebûneke li asîman e, ne yekî li derveyî dinyayê dijî û midaxeleyî jiyana însanan dike. Ew bi xwe pergala xwezayê, qanûnên fîzîkê û nîzama gerdûnê ye.
Bersîva Albert Einstein, "Baweriya min bi Xwedayê Spînoza heye" tê maneya, ew heyranê herikîna bi rêkûpêk û bêdewî ya gerdûnê ye. Bawerîya wî bi Xwedayekî însanan xelat û ceza dike tune ye.

Fîlozofê sedsala 17a Spînoza ev nêrîna felsefî bi pêş xistiye.
Xalên sereke yên felsefeya Spînoza:

Panteîzm: Spînoza dibêje Xwedê û xweza (gerdûn) yek tişt in.
Xwedayê Spînoza ne xwedî hest, xezeb, pilan û program e. Însanan xelat û ceza nake.

Ew duayên kesî nabihîze, mucîzeyan çênake û qanûnên xwezayê naguherîne.

Xwedayê Spînoza, guneh û xêran nahesibîne û însanan naxe behiştê ya jî dojehê.

Ew li her derê ye û xwe di nav aheng û qanûnên fîzîkê da nîşan dide. Yanî ew xweza bi xwe ye. Ev e felsefeya Spînoza.

*NOT: Min ev nivîs di medyaya sosyal da ji çend nivîsan top kir û kir kurmancî. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar