12 augusti 2026

Rêwîtiya bi tirêna şaş

Li ser kesên dane ser riyeke şaş ev teşbîh pir xweş û rast e.
-Heger te ferq kir tu li tirêneke şaş siwar bûyî li îstasyona herî nêzîk dakeve. Tu çiqasî dereng dakevî, bihayê vegera rêwîtiya te ewê li ser te hewqasî biha rûne.

Gelek kesên li tirêna Evdila Ocalan siyar bûne ji zû da ye ferq kirine di tirêneke şaş da ne, lê jê danakevin.

Ev rêwîtiya şaş li ser gelek însanên welatparêz, fedekar, canfîda pir biha rûnişt. 

Yên hîn di vê tirêna şaş da ne ji yên daketine ibretê nagirin, rêwîtiya xwe didomînin. Lê ew rêwîtiya xwe çiqasî dom bikin ewê hewqasî li zirarê derkevin. Bi baweriya min çiqasî zû dakevin baştir e…

XXX

-Heta tu hestî navêjî ortê, tu nikanî bizinibî kî kûçik e, kî ne kûçik e.
-Heger rûvî dest bi waizê kir, bira çavê we li pînê be. Miheqeq çav berdayeê pînê.
Gava serok û berpirsiyarên Tirkiyê dest bi demagojiya biratiya kurd û tirkan bikin, bibêjin emê rehetiyê, azadiyê bînin, bizanibin ev kemîn e, wek rûviyê çavê xwe berra pîna mirîşkan dabe, wan jî kemînek hazir kiriye.

XXX

Heger yê bîn jê tê nig be, guhertina gorê bêfeyde ye.

 Gerek me kurdan êdî ev rastî ferq kiribe. Masî ji serî da genî dibe. Yê me jî serî xera be ye, li jêr hûn çi bikin jî bêfeydfe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar