Li ser kesên dane ser riyeke şaş ev teşbîh pir xweş û rast e.
-Heger te ferq kir tu li tirêneke şaş siwar bûyî li
îstasyona herî nêzîk dakeve. Tu çiqasî dereng dakevî, bihayê vegera rêwîtiya te
ewê li ser te hewqasî biha rûne.
Gelek kesên li tirêna Evdila Ocalan siyar bûne ji zû da ye ferq kirine di tirêneke şaş da ne, lê jê danakevin.
Ev rêwîtiya şaş li ser gelek însanên welatparêz, fedekar, canfîda pir biha rûnişt.Yên hîn di vê tirêna şaş da ne ji yên daketine ibretê nagirin, rêwîtiya
xwe didomînin. Lê ew rêwîtiya xwe çiqasî dom bikin ewê hewqasî li zirarê derkevin. Bi baweriya
min çiqasî zû dakevin baştir e…
XXX
-Heta tu hestî navêjî ortê, tu nikanî bizinibî kî kûçik e,
kî ne kûçik e.
-Heger rûvî dest bi waizê kir, bira çavê we li pînê be. Miheqeq çav berdayeê
pînê.
Gava serok û berpirsiyarên Tirkiyê dest bi demagojiya biratiya kurd û tirkan
bikin, bibêjin emê rehetiyê, azadiyê bînin, bizanibin ev kemîn e, wek rûviyê
çavê xwe berra pîna mirîşkan dabe, wan jî kemînek hazir kiriye.
XXX
Heger yê bîn jê tê nig be, guhertina gorê bêfeyde ye.
Gerek me kurdan êdî ev rastî ferq kiribe. Masî ji serî da genî dibe. Yê me jî serî xera be ye, li jêr hûn çi bikin jî bêfeydfe ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar