01 augusti 2026

Her însan tiştê layiqî xwe dike

Her pirs, her gotin ne hêjayî bersîvê ye. Hin însan ne hêjayî meriv bersîvê bide wan.

Yekî gotineke gelkî ne xweş ji min ra gotiye. Min bersîv nedayê, ew asteng, biloqe kir.
Yê qîmeta diya xwe bizanibe ji dîya xelkê ra xeber nade. Lê wiha ye, her însan tiştê pê dikeve, tiştê layiqî xwe dike, çimkî qelîte, şexsîyet ne tiştekî tesadufî ye.

XXX

Guherînê ji hin însanan nepên, mar postê xwe tenê diguhere, ne xuyê xwe.

Dibê meriv qebûl bike hin însan naguherin. Kurmê şîrî heta pîrî.

-Deh salan hingiv bi mar dane xwarin, dîsa jî jahrî verşiya ye.

-Heger tu qîmetê zêde bidî kerê, ewê bibêje belkî ew hespa bezê ye.

-Heger li welatekî huqûq bibe fahîşeya îktîdarê, medya jî bibe metresa wê, pêzewengên(gewad, qebraxên) dewletê îdare bikin.

Friedrich Nietzsche

Bi baweriya min camêr rast gotiye. Gava li welatekî huqûq û medya têkeve bin emrê hukûmetê ew welat êdî ne tu welat e, êdî berdanberdan e.

XXX

-Keder, xem zanîn e, yên herî pir zanin mahkûmî kişandina êşa herî giran û mezin in.

Lord Byron

Zanîn meriv dike xemxurê welatê xwe, miletê xwe. Ji bo wê jî kesên zana tim bedelên herî giran didin û êşên mezin dikşînin.

Jiyana bindestiyê jiyaneka herî pîs, bi êş û jan e.

XXX

Heger tu bi mar ra dostiyê bikî dibê tu ji pêvedana wî ra jî hazir bî.

Heger tu bi iblîs(şeytên) ra rabî, rûnî, dibê tu ji xapandina wî ra jî hazir bî.

Kurdên bi serokên tirk û ereb ra rabin û rûnin, bazarê bikin, dibê ji xapandina wan xeyalşikestî nebin.

-Pirên herî saxlem li ser avên herî gurr û bi heybet ava dibin. Însan jî piştî ji gelek îmtihan û serpêhatî dibin xwedîyê hêza herî xurt. Çimkî êş her tim însên têk nabe, zengîn jî dike. Hin serpêhatî ji hezar nesîhetan baştir û bi feydetir in.

-Bi qasî efûkirina xeletîya yekî baş bin, lê belê fena ku ew xeletî qet nebûbe ne ehmeq bin.

T.S. Elîot

Em kanin bi dagirkerên welatê xwe ra li hev werin, lê belê zulma li me kirine dibê em ji bîr nekin. Gerek meriv tarîxa xwe ji bîr neke.

XXX

Heger tu qedir zêde bidî kerê, ewê bibêje belkî ew hespa bezê ye.
Heger tu qedir û qîmetê zêde bidî merivê ne hêja, ewê xwe tişrekî bihesibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar