Welatê tirkan, bajarên tirkan çiqas xweş bin jî dibê meriv pesnê wan nedin.
Bi baweriya min meriv pesnê welatê dijminê xwe nade. Welatê wan, bajarên wan
xweş in çi ji me ra ?
Ji welatê xwe, ji bajarên xwe hez bikin, pesnê xweşikiya welatê xwe, bajarên xwe bidin.
Diya xelkê nabe diya meriv, welatê xelkê nabe welatê meriv.
Tu carî ji dilê min nayê ez bi başî qala tirkan û Tirkiyê
bikim. Û nakim jî. Bi derewan welatê wan pîs nakim, lê napesinim jî.
Kurdistana Federe behişt be jî tirk, medyaya tirk pesnê
bajarên Kurdistanê nadin.
XXX
Tirk kî tê ser hukim ji yê berî xwe xerabtir dertê. Kîjan
nifş radibe meriv dibêje heftxwezî bi yê berê.
Giş cinsê gur in, çêlikên guran kedî nabin.
Neyar û qatilên bavan nabin dost û hevalên lawan. Gere kem
ji tarîxa xwe û tirkan ders û ibretê bigrin.
XXX
Rûsan bi dagirkirina
Ûkraynayê herb dan destpêkirin.
Lê sekinandina herbê bi qasî destpêkirinê ne rehet e.
Tiştê xuya dike kes nikane bisekinîne, dibê yek bişkê.
Eskerên rûs revî revî ji bajarê Xersonê reviyan, li pey xwe
gelek mirî û çebilxane hîştin.
Dibe ku ev destpêka têkçûna Rûsyayê be?
XXX
Normal e di nabêna partiyên siyasî gelş û fikrên cihê hebin,
hin deman nabêna wan pir ne baş be.
Lê wek her tiştî siyaset jî diguhere, yên îro li dijî hev in
sibe kanin bibin mitefikên hev.
Lema jî dibê meriv bi çavê dijmin li hev nenêre. Çawa be jî
em yên hev in, partiyên miletekî ne.
Pêşiyên me gotine bira birakî min hebiya, bira dînekî eware
biya, rojekê ewê sitara serê min biya. Em kurdên welatparêz birayên hev in,
dibê meriv bi vî çavî li hev binêre.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar