Di medyaya Swêd da her cara qala Ramazan Kadîrov dikin, dibêjin ”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê.” Di medya Swêd da bêyî ku vî navî pêve kin tu carî qala Ramazan Kadîrov nakin.
Rojnameya Expressenê îro dîsa qala jiyana luks a serokê Çeçenîstanê Ramazan Kadîrov kiriye, dîsa gotiye:
”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê Ramazan Kadîrofê 45 salî li paytexta Çeçenîstanê li Grozniyê
di qesreka pir mezin da jiyanek luks dijî, kincên Prada li xwe dike, lê dibêje
ew li Ukraynayê di şer da ye.”
Bi baweriya min medyayê navekî xweş li Kadîrox kirine, bi rastî jî wek kûçikekî
Pûtîn hereket dike.
Kes bi wî çavî li wan nanêre. Ev xweşbînî dibe sebebê kûçikên me yên li ber deriyên dijmin diewtin zêde bibin.
Bi baweriya min ji kurdên bûne xulamên Erdogon gelekên wan ji Ramazan Kadîrov hartir û xerabtir in, lê dîsa kes ji wan ra nabêje ” Kûçikê Erdogan ên êrîşê.”
Heger me kurdan bi çavê ”kûçik” li her kurdê hevalê dijmin binêriya cahşên me, xayinên me îro ewê hindik bûna.
Medya Rûsî gotiye 13.000 xalîçe di malê da hene. Di sala 2012a da dema lêkir li dora 1,5 mîlyar kron lê çû. Salê 7 milyon kron li paqijiya xaniyê wî dihere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar