30-40 sal berê kesên der û dora me, dost û hevalên me, dê û
bavên me hewqasî li pey hev nedimirin.
Em ciwan bûn, wê demê ne wexta mirina
wan û me bû. Lê nuha em hatine nêzî dawiya rê, roj tuneye yek du kes ji nav me
kêm nebin. Her roj em rahmê li çend miriyan tînin.
Em ketine demsala (mûsima) payiza dawî, em yek bi yek dikevin binê axê. Her
kes zane mirin heye, rojekê ewê were li deriyê meriv jî xe.
Lê dîsa jî kes
naxwaze mirina xwe qebûl bike, meriv tim wek merivekî nemir hereket dike.
Mirî diherin xelas dibin, derd dimîne ji yên zindî ra.
Dilê we çawa dixwaze wer bijîn, lê bizanibin hûnê jî rojekê bimrin. Dixwazin lê bifikirin, dixwaze lê nefikirin, talî mirin e. Lê bi ya min qet neynin bîra xwe baştir e.
XXX
Kîn, buxd, nefret însên ji êqil dûr dixîne, dike ehmeq. Kîn û buxda, nefreta ji
kurdan gelek ehmeqiyan, gelek xerabî û sûcên mezin bi serok û berpirsiyarên
Tirkiyê dide kirin. Îro kes newêre vê rastiyê eşkere bibêje, lê sibe ewê were
gotin.
XXX
Rejima meleyên faşîst li rojhilatê Kurdistanê di du rojan da 12 kes keç û lawên
kurd qetil kirine. Meleyên faşîst dixwazin bi terorê, bi qetlê serîhildana
miletê kurd a li hemberî zulmê bişkîne. Kurd serê xwe natewînin, ev berxwedan
destpêka azadiya miletê kurd e.
XXX
Min negotiye kurd giş baş û rind in, faris, ereb û tirk jî giş xerab in. Ancax
merivekî zirdîn tiştekî wiha bibêje.
Ez dibêjim meriv bi ferdê welatê dagirkerê welatê xwe yanî bi faris, ereb,
tirkan ra nezewice, zarokên xwe nike nîvtirk, nîvereb, nîvfaris baştir e.
Heta em bindest bin, hetanî welatê me dagirkirîbe zewaca bi tirkan, farisan û
ereban ra problem e. Hin îstîsnayên baş hebin jî bi piranî problem e. Meriv li
ba jineke tirk, mêrekî tirk nikana hertim rehet bipeyive. Ya din ez naxwazim
zarokên min nîvtirk bin.
Piştî Kurdistan çê bû rewş diguhere, em dibin du miletên serbixwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar