Merivê ji paşgotiniyan hez dike tim behsa yekî din dike. Merivê egoîst tim qala xwe dike, pesnê xwe dide.
Merivê baqil pesnê xwe nade, paşgotina kesî nake, karê xwe
dike.
Merivê wêrek, cesûr paşgotiniya xelkê nake, fikrê xwe li ruyê însanan dibêje. Yê
li ba te paşgotiniya yekî bike, bizanibe li dereke din jî ewê paşgotiniya te
bike.
Merivê nerind tu çi bikî jî rast nabe, dev ji nerindiyê
bernade.
Merivê nerind fêsad e, durû ye, dibê meriv nebe hevalê nerindan.
Merivê durrû zarşîrîn e, lê hişê wî li ser fêsadiyê ye.
Kurmê şîrî heta pîrî. Gur eyarê xwe naguhere. Hesinê xam îskar nabe. Ji hesinê
pîs şûrê baş çênabe.
Fêsadî maka xerabiyê û qetlê ye. Gelac, şelaf, nerind li ba partiyên siyasî û siyasetmedaran bi qîmet in. Lema jî jimara wan roj bi roj zêde dibe.
XXX
Hin kes tu carî baqil nabin. Belkî jî di bin ra merivên dijmin in.
Tu çiqasî dibêjî, nabêjî baqil nabin, karê baqil, bi fêde nakin.
Bi kirinên xwe zirarê didin xwe, zimanê dostanên xwe kin dikin, wan ji xwe dûr dixînin.
Ne defa ji keran ra, ne çira ji kûran ra, herdu jî bêfeyde ne.
XXX
”Bûda ne bawerî bi Xwedê anî, ne jî bi xwedêyan, lê murîdên wî ew kirin îlah.
"Bûda ne bawerî bi mûcîzeyan anî, ne jî îbadet kir, lê
murîdên wî kerametên mûcîzewî etfî wî dikin.
Bûda ne dînekî heband, ne jî dînek xuliqand, lê bi wextê ra
Bûdîzim kirin dînê herî bêtir însan jê bawer dikin.
Bûda li qeraxê çemê Ganjê ji diya xwe bû, lê bûdîst ne ji sedî
yekê nufûsa Hindistanê ne jî.”
///Eduardo Galeano
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar