Salek din jî derbas bû, 9ê nîsanî dîsa zû hat. Îro min û xanimê wek her sal, me dîsa berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden, ser gorra hevalê xwe yê hêja, Aslan(Mehmet)Kaya.
Zalimên salan zû derbas dibin, 22 berê, di 9ê nîsana 2001ê da te xatir ji me,
ji hezkiriyên xwe û ji dinya ronak xwest, te koçî gerdûneke ebedî kir.
Kurdekî din, bi hezar kîlometreyan ji welatê xwe dûr, li sirgûnê bû mîvanekî
ebedî yê axa sar.
Sirgûn, mirina li surgûnê tim bûye para me kurdan, ev yek bû para te jî.
Em bi rê da, li ser gorra te ne qefilîn, ne jî şil bûn.
Hin hevalên te dîsa berî me hatibûn, himêzek kulîlkên xweşik danîbûn ser gorra te.
Me jî nêrgiza xwe danî ber kulîlkên wan. Kêla ber serê te hinekî xwar bûbû,
gorra te hinekî daketibû.
Min qirş û qalên, pûş û pelaşên li ser gorra te tom kir, bir avît nav
daristanê. Gorristan xalî bû, hinekî dûrî me yek bi ber çavê me ket.
22 sal berê ev gorristana misilmanan hîn nuh, çend gorr bûn, lê nuha cîranên te
pir bûne, gorristan bi alî çepê ve pir mezin bûye.
Wek her sal min xwest îsal jî ji te qala hal û ehwalê kurdan bikim, xebereke
xweş, mizgîniyekê bidim te. Lê çi heyf sal bi sal, xwezî bi par.
Li her çar
beşên Kurdistanê jî halê kurdan ne baş e, rewşa başûrê Kurdistanê li gorî salek
berê jî gelî xerabtir e, kurd ne li hev in, bêtir ketine gewriya hev. Dijmin jî
ji vê dubendiya wan fêdê dibîne, daxwaz û şertên xwe li ser kurdan ferz dikin,
bi wan didin qebûlkirin.
Amerî, Fransa ketiye nabêna wan, dixwaze wan li hev bîne, lê PDK û YNK li hev
nakin, her yekê pişta xwe daye dewleteke neyar û şerê hev dikin.
Dubendiya PDKê û YNKê tesîra xwe li bakur û rojavayê Kurdistanê jî dike. Ji ber
ku herdu hêzên başûr yên mezin ne li hev in, partî û hêzên bakur û rojavayê
Kurdistanê jî nikanin werin ba hev û bi hev ra yekîtiyekê, tifaqekê çêkin.
Yanî li başûr, rojava û bakur rewşa kurdan ne baş e, Tirkiye her roj bi topan,
bi balafiran êrîşî hêzên kurd dike. Roja çend kurdan nekujin, çend kesan
navêjin zindanê tune ye.
Di 14ê gulanê da li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartin heye. Heger hilbijartin
çêbe û Erdogan bikeve ji bo kurdan baş e, kurd ewê hinekî bîna xwe bigrin.
Lê
heger hilbijartin çênebe ya jî bi zor, hîla dîsa qezenc bike ji bo kurdan pir
xerab e. Kurd ewê hinekî din perîşan bibin. Hêvî dikim Erdogan bikeve.
Lê ez bawer nakim Erdogan bi rehetî dev ji kurdiya xwe berde, ez dibêjim ewê
têkçûnê qebûl neke.
Di rewşeke wiha da îhtîmal heye li Tirkiyê teşxele, belkî jî şer derkev.
Lê îhtîmala êrîşî kurdên rojava û bikin pir zêde. Erdogan tim dibêje ewê êrîş
bikin.
Heta nuha Amerîkayê nehîştiye, hêvî dikim Amerîka dev ji vê siyaseta xwe
bernede.
Bêyî vê rewşa kurdan a xerab, di 6ê sibatê da li Mereşê erdhejeke mezin(7.8)çêbû.
Ji Mereşê bigire, hetanî bi Meletyê, Amedê, Rihayê, Semsûrê, Entabê û Antakyayê
û qezayên wan bi hezaran xanî hilweşiyan û li gorî beyanên resmî ji 50 hezarî
zêdetir jî însan mirin.
Lê bi texmîna hin kesên din jimara kesên mirî di ser 100 hezarî ye.
Piştî felaketa erdhejê, di 15ê adarê jî dîsa li Rihayê û li Semsûrê baranek
zêde barî û lehî rabû. Lehiyê zirareke mezin da Rihayê, li dora 20-30 kesî jî
mirin.
Yanî ev herdu felekatên mezin li çend bajarên Kurdistanê bi sedhezaran însan
bêmal hiştine.
Dibêjin Mereş, Semsûr, Antakya hema hema nemaye, bi sedhezaran
însan bi çolan ketine, hinek jî hîn di çandiran da dijîn.
Yanî îsal perîşanî pir mezin e.
Li rojhilatê Kurdistanê du PDK hatin ba hev, bûn yek partî. Ev baş bû. Lê li
Îranê rejîma Îslamî bîn li kurdan çikandiye, hema hema her roj çend kurdan îdam
dikin.
Hetanî Cumhûrîyeta Îslamî li ser hukim be kurd rehet nakin, dibê li
Îranê şoreşek çêbibe, wê demê belkî kurd azad bibin.
Yanî bi tevayî li der û li hundur halê kurdan ne baş e, yekîtiya wan tune ye.
Ji ber veê yekê jî moralê tevayiya kurdan pir xerab e. Lê heger Erdogan bikeve
gelek tişt ewê werin guhertin. Yanî rewş kirîtîk e, di demeke nêz da kane gelek
guhertin çêbibin.
Tiştê ez li ser rewşa kurdan bibêjim ev e.
Ev çend sal in ez neçûme welêt. Piştî hilbijartinên 14ê gulanê nêta min heye
herim. Hêvî dikim Erdogan bikeve, rewşa kurdan hinekî baştir bibe.
Di jiyana min da tu guhertineke nuh çênebûye, em hîn li Alby dimînin. Em herdu
jî teqawit in û li malika xwe ne. Siheta me li cî ye. A mihîm jî ev e.
Apê zinar... Xweziya ez li her te runistima u min her roj li te guhdarî bikira
SvaraRaderaSipas, kêfxweş bûm.
RaderaÎnternetê dinya biçûk kiriye, ez her roj dinivîsînim. Wek tu li ba min bî.
Sipas xortê hêja, kêfxweş bûm.
RaderaÎnternetê dinya biçûk kiriye, ez her roj dinivîsînim. Wek tu li ba min bî.