13 april 2023

Şelaf jî carnan karê baş dikin

Merivên ne hêja, ne tu tişt, serîyek pîvaz nakin jî carnan kanin karê baş, karên hêjayî teqdîrê bikin. 

Di nav kurdan da jî wek însan merivên pênc pereyî nakin ne hindik in, pir in.
Wek şexs ne tu meriv in, dikevin her boyaxê, li ser her têlê dilîzin, merivên demê ne, ji şexsîyeteke saxlem bêpar in, lê carnan karên baş dikin. 

Şalûz, şelef jî carnan karên baş dikin, lê ev yek nabe sebebê meriv qedir û qîmetê bide wan. Dibê meriv ji şelafan hez neke, ebeden qedir nede wan.

Kurdên xerab kula newqê ne...

XXX

Bi qasî em ji ber dijmin dadixun heger me ji ber hev jî daxwara, bi qasî em dijmin îdare dikin, heger me hevdu jî îdare bikira.

Bi qasî em neheqiyên dijmin dadiqultînin, heger me neheqiyên hev jî daqultanda.

Bi qasî em xurtên hev in, heger hewqasî jî em xurtên dimin bûna.

Bi qasî em ji dijmin hez dikin, heger hewqasî jî me ji hev jî hez bikira nuha em ne di vî halê perîşan da bûn, em ji zû da ji bindestiyê xelas bûbûn.

XXX

Li Tirkiyê her ku tarîxa hilbijartinan nêzîk dibe pûlis zorê didin girtina kurdan.

Îro dîsa li Amedê, li Stenbolê, li Îzmîrê, li Kocaelîyê, li Şirnexê, li Êlihê, li Mêrdînê, li Mûşê, 

li Agirîyê û li Rihayê girtine ser malên kurdan, bi tohmeta endamtiya PKK/KCKê 16 kes girtine.

Kêla maneya tije nabe, her roj digrin ser çend malên kurdan û çend kesan digrin.

Girtin û terorîzekirina kurdan bûye karekî dewleta tirk a rojane, dibê her roj bikin.

Heger her roj çend kurdan negrin gurrî bibin, kul di canên wan 

da derkevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE