Îro 1ê nîsanê ye, roja heneka 1ê nîsanê ye.
Min got ez jî henekekê bikim. Ez kûr û dûr fikirîm, min da hişê xwe tu henekek xweş nehat bîra min.
Min got ezê bibêjim li başûrê Kurdistanê YNKê û PDKê
pêşmegeyên xwe kirine leşkerên hukûmeta Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê PYDê
û ENKSê yekîtiya xwe îlan kirine û li bakurê Kurdistanê jî HDPê dev ji tirkan
berdaye, bi hêzên kurd û partiyên Kurdistanî ra li ser hilbijartinê cepheye
çêkiriye, lê kesê ji min bawer neke, her kesê bibêje tiştekî wiha ne mimkûn e.
Lema min ev henek jî nekir.
XXX
Yên ji hestên welatperweriyê û miletperweriyê bêpar bin,
sîxurî û cahşîtiya dijminê xwe bikin, ji şeref û namûsê jî bêpar in.
Hin korîcîyan gerîlayek girtine, îşkence kirine, dûra jî
teslîmî leşkerên tirk kirine.
Bênûmûsî û xiyaneteke ji viya mezintir tuneye.
XXX
Gotinek heye, dibêjin ”cemal dihere, kemal
dimîne.” Cemal, pakî, çelengî, xweşikî ye. Kemal jî kamiliya exlaqî ye. Piştî
salan çelengî, pakîya fizîkî bi însên ra namîne, lê xweşikiya rûhî dimîne, ew
ebedî ye. Lema jî ya muhîm ne cemal e, kemal e, exlaq e, şexsîyet e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar