10 april 2023

Ferqa sihor û paşîvê

Hin kes dibêjin ”paşîv, paşşîv” sihor e. Li Wêranşarê paşîv û sihor du xwarinên cihê ne û di du wextên cihê da tên xwarin. Yanî paşîv ne sihor e, sihor jî ne paşîv e.

Paşîv, xwarina piştî şîvê ye, hinekî derengê şevê, berî raketinê tê xwarin.
Heger meriv birçî be, tiştekî sivik dixe ber dilê xwe û pal dide. Paşşîvê meriv kane her şev bixwe.

Lê sihor mexsûsî meha Remezanê ye.Sihor, tenê di meha Remezanê da destê sibê, berî roj hilê meriv radibe sihorê, sihora xwe dixwe.

Li ba me wiha ye.

XXX
Deve haj ji lêva xwe ya şelte tuneye ji hespê ra gotiye lêva wê ya jêr çi dirêj e.
Hin kesên li Kurdistanê rêberên dijmin in lî dîsa jî nav û nîçokan li xelkê dikin, kurdên ne havlên dijmin rexne dikin.

XXX
Dema hesabê we yê malê û bajêr hevdu negirt, şaş derket xeyalşikestî nebin. Di siyasetê da carnan meriv hesabê şaş dike.

Matamatîkçiyê herî baş jî carnan di hesabê xwe da şaşiyê dike…

Lê her şaşî ji meriv ra dibe tecrûbeyek, derseke. Ew jî baş e, di siyasetê da tecrûbe muhîm e. Bi xêra tecrûbeyan meriv zanatir û baqiltir dibe.

XXX
Li vê dinyayê ji bo însên gelek sifetên baş û bi şeref hene. Hin kesan ji dêlî sifetekî baş, bêarî, bêrûtî ji xwe ra kirine kar.

Di her hilbijartinê ji AKPê dibin namzedê parlamenteriyê.

Her car jî Erdogan ji ber deriyê xwe diqewitîne.

Lê mêrik li ber xwe nakeve, şerm nake. Birîna kûçikan bi alastinê sax dibe. Tiştekî em bikin tune ye, însan babet babetî ne, bêar pir in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE